20:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    ‘Tirkiyê Li Helebê çek û cebilxane da Ceyş El Fetihê'

    © AFP 2017/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 177 0 0

    Li gorî îdiaya Ajansa ANHAyê, Tirkiyê li Helebê çek û cebilxane radestî rêxistina bi navê Ceyş El-Fetihê kiriye.

    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) îro nûçeyek bi sernavê ‘Tirkiyê çek û cebilxane da çeteyên Helebê' belav kir. Li gorî vê nûçeyê, beriya Ceyş El Fetih dest bi êrîşa xwe ya bi navê ‘Melhemeya Helebê ya Mezin' bike çek û cebilxane ji Tirkiyê standiye. Nûçe îdia dike ku ev agahî ji çavkaniyên herêmî bidest xistine û çek û cebilxane di bakurê Idlibê re hatiye derbaskirin.

    'DERIYEKÎ DIN VEKIRINE'

    Nûçeya ANHAyê bi van îdiayan berdewam dike: "Artêşa tirk di roja 19ê Cotmehê de li herêma gundê Eqrebat a navçeya Dana ya Idlbibê 500 metrî derbasî xaka Sûriyê bû. Artêşa tirk bi dehan tang û panzêr û alavên lêkirina dîwarê şermê derbasî xaka Sûriyê bûn. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di wê rojê de Artêşa tirk deriyekî din ê sînor vekir û bi vê yekê ew bû riyeke din, da ku li şûna Kampa Etmê ya li ser sînor bê bikar anîn. Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, da diyarkirin ku di wî derî re 20 tang û gelek cek û cebilxane derbasî xaka Sûriyê kirin û radestî komên çete yên Ceyş El-Fetih kirin. Derbaskirina çekan bi destpêkirina şerê bi navê "Melhemet Heleb a Mezin" re pêk hat."

    Beriya 2 rojan jî di heman riyê re 4 tirmpêlên mezin ku tijî çekdarên nasnameya wan ne diyar bûn, di deriyê Etma re derbasî Sûriyê bûn. hate gotin ku ew çekdar derbasî Helebê bûn û tevlî şerê li wir bûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn bo Helebê fermana ‘bêhnvedana însanî'
    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    Peskov: "Bawer nakim ku Times bi planên Pûtîn ê Helebê bizanibe"
    Rûsya: Li Helebê di êrîşa kimyewî de 2 leşkerên Sûriyeyî mirin, 37 sivîl birîndar bûn
    Rûsyayê êrîşa kimyewî ya li ser Helebê bu tundî şermezar kir
    Etîketan:
    alîkariya çek û cebilxaneyê, Melhemet Heleb a Mezin, Artêşa tirk, Ceyş El-Fetih, ANHA, Tirkiye, Sûriye, Eqrebat, Atme, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de