15:05 21 Tebax 2017
Zindî
    Salih Muslim

    Salih Muslim: ‘Wê YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe'

    © Foto: AA/Emre Ilikan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 200 0 0

    Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kir ku wê YPG di bin banê HSDê de beşdarî operasyona Reqqayê bibe.

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji beşa tirkî a BBCê re axivî û diyar kir ku wê YPG di bin banê HDSê de beşdarî operasyona Reqqayê bibe. Muslim girîngiya Reqqayê ji bo YPGê bi van gotinan rave kir: "Reqqa gelekî nêzîkî me ye. Êrîşên li ser Bakurê Sûriyê çêdinin tev ji Reqqayê tên. Nêzîkî Cizîrê jî ye, nêzîkî Kobanê jî ye. Ji bo parastina me divê DAIŞ ne li Reqqayê be. Bi hinceta ewlekariyê Reqqa ji bo me gelekî girîng e."

    'DIVÊ TIRKIYÊ NÊZÎKÎ VAN DERAN NEBE'

    Li gorî nêrîna Hevserokê PYDê Tirkiyê beşdarî operasyona Reqqayê nabe. Muslim di vê mijarê de wiha dibêje: "Divê Tirkiye nêzîkî van deran nebe. Him polîtîkaya derve, him ya hundir a AKPê wê hemû Rojhilata Navîn tevlihev bike û wê zerara wê bigihêje Tirkiyê. Hemû cîhan dizane ku Tirkiye ye ya piştgiriya DAIŞê dike û êrîşan pê dide kirin."

    'TIRKIYE JI BO PIŞTGIRIYA DAIŞÊ DIXWAZE WERE'

    Muslim dibêje ku heke Tirkiye beşdarî operasyonê bibe wê ji bo piştgiriya DAIŞê, ne ji bo şerê li hemberî wê. Muslim daxwaza beşdariya operasyona Mûsilê ya Tirkiyê jî bi heman şêweyî dinirxîne.

    'DIBE KU ŞER DI NAVBERA HSDÊ Û TIRKIYÊ DE DERKEVE'

    Salih Muslim li ser daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya ku dibêje ‘Piştî me El Bab stand, em ê berê xwe bidin Menbicê' diyar dike ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, heta niha bi hêzên herêmî yên hevalbandiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin re şer kirine, lê heke ku Tirkiye bikeve Menbicê wê bi HSDê re were beramberî hev.

    'PIŞTÎ OPERASYONÊ WÊ RÊVEBER BIKEVE DESTÊ HÊZÊN HERÊMÎ'

    Muslim pêvajoya operasyona Reqqayê dinirxîne û dibêje ku wê YPG di operasyona Reqqayê de bi HSDê re tevbigere û piştî ku bajar ji destê DAIŞê hate derxistin wê hêzên çekdar vegerin herêmên xwe. Salih Muslim mînakê Menbic û Şeddadê dide û dibêje piştî rizgarkirina Reqqayê wê rêveberê bikeve deste hêzên herêmî. Muslim ji bo beşdarkirina Reqqayê ya di nava Federasyona Sûriyeya Bakur de jî diyar dike ku piştî rizgarkirinê wê rêveberiya herêmî biryarê bide.

    Li gorî nêrîna Muslim hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê jî ‘dagirkerî' ye.

    Weke tê zanîn fermandarê payebilind ê DYAyê li Iraqê Korgeneral Stephen Townsend di 26ê Cotmehê de daxuyandibû ku ‘YPG parçeyek ji wê hêzê ye ku wê Reqqayê dorpêç bike'.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
    Amerîka: Operasyona Reqqayê di nava van hefteyan wê destpê bike
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Ji McGurk şîroveya Reqqayê: Em bi Tirkiyeyê re ji nêzîk ve dixebitin
    Siûdî: "Bi balafirên xwe yên Încîrlîkê em dikarin tevlî operasyona Reqqayê bibin"
    "3 qonaxên operasyona Reqqayê eşkere bûn: YPG dê dorpêç bike"
    Etîketan:
    AKP, BBC, DAIŞ, DYA, HSD, YPG, PYD, Stephen Townsend, Recep Tayyip Erdoğan, Salih Muslim, Cizîr, Mûsil, Tirkiye, Bakurê Sûriyê, Sûriye, Kobanê, Şeddad, El Bab, Minbic, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de