01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Partiyên Kurdistanî

    Partiyên din ên kurdan li ser qeyûman çi dibêjin?

    © Foto: PAK navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 1215020

    Hejmara şaredariyên DBPê yên ku ji bo wan qeyûm hatine tayinkirin bû 28. Serokên Hereketa Azadiyê, PAK, PAKURD, PSK û PDK-Bakur tayînkirina qeyûman şermezar dikin, bes ji ber vê encamê berê top û tîran di ser DBP-HDPê re didin PKKê jî.

    Duh li Mêrdinê 30 endamên DBPê hatin desteserkirin, tenê di meha Cotmehê de 98 endamên DBPê hatin girtin. Hejmara şaredariyên DBPê yên ku ji aliyê dewleta tirk ve ji bo wan qeyûm hatine tayinkirin bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re gihişt 28an. Birêvebirên DBP û HDPê desteserkirin, girtin û tayinkirina qeyûman bi daxuyaniyan her şermezar dikin. Bes desteserkirina endamên DBPê êdî tiştekî ewqasî normal e ku hin kes nûçeyên li ser desteserkirin û girtina wan hatine çêkirin jî naxwînin.

    Ne DBP lê partiyên din ên kurdan? Ew li ser girtina şaredarên navçe û bajarên kurdan û tayinkirina qeyûman çi dibêjin? Sputnik Kurdistanê pirsî û serokên Hereketa Azadiyê, PAKê, PAKURDê, PDK-Bakur û PSKê bersivandin. Serokên her pênc partiyan jî girtina şaredaran û tayinkirina qeyûman şermezar dikin û hin ji wan di ser DBP-HDPê re rexneyan li siyaseta PKKê digirin.

    SITKI ZÎLAN: ‘'BÊDENGî PROTESTO YE''

    Serokê Hereketa Azadiyê Sitki Zilan diyar dike ku gelê kurd tevî ku qeyûman naparêze jî dê ji bo protestoyê bêdeng bimîne ‘' Zîlan dibêje: ‘'Ev meseleya qeyûman jî ji serî de bi xendeqan ve girêdayî ye. Gelê me xendeq nedixwestin. 8 hezar însanên me şehîd bûn. Sûcdar elbet dewleta tirk e. Bes taktîka xendeqan taktîka PKKê bû û şaş bû. Gel rastiyên PKKê diparêze lê xeletiyên wê naparêze. Îro gelê me, ji ber vê yekê wek bertek di meseleya girtina şaredaran û qeyûman de bêdeng e, ev protestoyek e.''

    MUSTAFA OZÇELÎK: ‘'EV SED HEZAR LI KÛ NE?''

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik jî destnîşan dike ku şerê li nav bajaran rê li ber operasyonên dewleta tirk xweş kiriye û ji bo ku kurd destkeftiyên xwe biparêzin divê ji aliyê xwe demildest şerî bisekinînin. Ozçelik dibêje: ‘'Dewleta tirk dixwest kurdan bitirsîne, bişkîne û destkeftiyên wan ji holê rake. Dewletê bi vî şerî plana xwe bi ser xist. Îro bi rihetî şaredaran digire û qeyûman tayîn dike. Ka ev sed hezarên li kolan û meydanan bûn li kû ne? Gelek gelek destkeftîyên kurdan hebûn, mixabin bi siyaseta xelet a şerî ji dest kurdan derketin.''

    ÎBRAHÎM HALÎL BARAN: DEWLET BI VÊ NASEKINE

    Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran bi bîr dixe ku şaredariya Amedê 17 sal in di dest heman xeta siyasî de ye û diyar dike ku şaredarî her roj ne bi pêş de lê bi şûn de çûye. Baran dibêje: ‘'Rast e ku şaredariyên li bajarên Kurdistanê ji xeta xizmetê derketine, qiymeta gel di erdê didin, bûne saziyên îdeolojîk û di van demên dawiyê de gelek zirar dan kurdan lê dîsa jî ne hewce ye ku dewleta tirk qeymaqemekî xwe tayîn bike, ev şaş e û bi rastî neheqiyek e. Dewlet bi vê nasekine, ew ê biajo ser hemû fraksiyonên kurdan û heta hemûyan teslîm distîne jî wê rihetiyê neda wan.''

    MESUT TEK: ‘'REWŞ DÊ XERABTIR BIBE''

    Serokê Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK) Mesut Tek jî bal dikşîne ser wê yekê ku xeleka siyaseta kurdî ji aliyê dewletê ve tê teng kirin û dibe ku ew jî têne girtin. Tek dibêje: ‘'Piştî girtina şaredaran girtina parlementaran jî di rojevê de ye. Ku wisa biçe rewş dê xerabtir bibe. Îro dewleta tirk bi tundî diçe ser HDPê û derdora PKKê lê em jî ji vê yekê zirarê dibînin. Li welatê ku demokrasî tine be zext û zordarî li ser hemû hêzên demokrat e.''

    SERTAÇ BUCAK: ‘'DU SEBEBÊN VÊ BÊDENGIYÊ HENE..''

    Serokê Partiya Demokrata Kurdistan — Bakur (PDK — Bakur) Sertaç Bucak jî diyar dike ku gel li dijî qeyûman bêdeng e û du sebebên vê bêdengiyê hene. Bucak dibêje: ‘'Yek, piştî ewqas sal gel ji şerî westiya. Dudu, van şaredariyan wazîfeyên xwe neaniye cîh. Vê bêdengiya ji aliyê gel ve, divê meriv wek nepejirandina siyaseta HDP-DBPê bihesibîne. Birêz Abdullah Ocalan jî li ser qeyûman eynî tişt gotibû. Wan wazîfeya xwe baş nekir û gel jî li wan xwedî derneket.''

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnera YEyê ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî da
    CHPê li Amedê tayînkirina qeyûman nirxand: Sextekarî ye
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    Li Amedê qeyûm dest bi kar kir
    HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    Etîketan:
    şaredarî, qeyûm, PKK, partiya Demokrata Kurdistan - Bakur, PSK, PAKURD, PAK, HDP, DBP, Sitki Zilan, Mustafa Ozçelik, Ibrahim Halil Baran, Sertaç Bucak, Mesut Tek, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de