12:54 20 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: "Nayê qebûlkirin ku hûn tiliya xwe bi ser me de bihejînin"

    © Photo: REUTERS/Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4201

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vekirina Foruma Kar û Ekonomî ya Tirkiye û Efrîqayê de ragihand ku nayê qebûlkirin hûn tiliya xwe bi ser me de bihejînin û îstîqameta me diyar bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vekirina Foruma Kar û Ekonomî ya Tirkiye û Efrîqayê de ragihand ku nayê qebûlkirin hûn tiliya xwe bi ser me de bihejînin û îstîqameta me diyar bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di berdewamiya axaftina xwe ya vekirina Foruma Kar û Ekonomî ya Tirkiye û Efrîqayê de got: "Bi tu awayî em ji deskeftiyên xwe tawîzê nadin û divê em nedin. Helbet em her dem ji rexne, pêşniyar û rexneyên herî tund re jî vekirî ne. Divê em ji rexneyan re vekirî bin, lê bi tilî hejandinê hûn nikarin îstîqameta me diyar bikin 3u em vê qet qebûl nakin."

    EFRÎQÎ BI HELWESTA SEROKÊN WEKÎ MANDELA HATIN VÊ ROJÊ

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Me metîngerî qebûl nekir û me îtîraza mirovatiya sinifa duyemîn kir. Me li hemû dinyayê îlan kir ku emê nebin lanetliyên ser rûyê erde. Efrîqî jî wekî birayên xwe yên tirk azadiya xwe ne bi bexşandinê, bi can, bi xwîn û bi keda xwe bidest xistin, bi helwest û lehengiya serokên wekî Mandela (Serokê Efrîqa yê berê Nelson Mandela) hatin vê rojê."

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim bi Erdogan re hevdîtinê dike
    Di pêşnumeya destûra bingehîn de ji bo Erdogan 3 erk
    Erdogan: Em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê
    Erdogan: "Ev hetanî mahrema me hatin"
    Erdogan: "Min ji Pûtîn re got em gelê Helebê têxin aramiyê"
    Etîketan:
    Em qebûl nakin hûn tiliya xwe bi ser me de bihejînin, Foruma Kar û Ekonomî ya Tirkiye û Efrîqayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Nelson Mandela, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de