18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Penaberên mûsilî

    Balafirên Amerîkayê li Mûsilê avahiyeke sivîl bombebaran kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2001

    Balafirên Amerîkayê ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de gelek caran bi şaşî sivîl bombebaran kirine îro jî li gundê Ebû Carbuleyê ku dikeve rojhilatê Mûsilê avahiyeke sivîl bombebaran kir.

    Hikmet Durgun

    Balafirên Amerîkayê ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de gelek caran bi şaşî sivîl bombebaran kirine îro jî li gundê Ebû Carbuleyê ku dikeve rojhilatê Mûsilê avahiyeke sivîl bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Mahir Îbrahîm lingê wî çepê jê bû û birayê wî Fuadê 6 û xwîşka wî 5 salî şoq derbas kirin. Nûçegihanê Spûtnîkê dîmênên wan zarokan girt û bi wan re axivî.

    Wekî tê zanîn Hêzên Hewayî yên Amerîkayê çend roj berê li gundê Faziliyê dîsa bi şaşî avahiyek bombebaran kiribû û di encama bombebaranê de 13 welatiyên gund jiyana xwe ji dest dabûn. Vê carê jî dîsa Balefirên Amerîkayê bi tohmeta ku avahiya rêxistina terorîst a DAIŞê maleke sivîl li gundê Ebû Carbuleyê bombebaran kir.

    Mahir Îbrahîmê 25 salî ku di dema bombebarana balafirên Amerîkayê de li malê bû ji encama bombeyan lingê wî yê çepê hat birîn xwîşka wî esma û birayê wî Yusuf ji terefê bavê wan ji gund hatin revandin. Huseyin Îbrahîm piştî ku zarokên xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirin çû hawara kurê xwe yê birîndar.

    Esma û Yusufê ku ji terefê bavê wan ew teslîmî Hêzên Pêşmergeyan kirin, ketibûn şokê û bi girî daxwaza dîtina bavê xwe dikirin û dixwestin kêlîk berî kêlîkekê vegerin malbata xwe. Yusufê 6 salî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Mala me bi balafiran hat bombebarankirin û lingê birayê min jê bû. Bavê çû nexweşxaneyê hawara birayê min."

    Esma û Yusufê ku xuya bû pir tirsiya ne tim digiriyan û digotin: "Bavo were cem me, em pir ditirsin."Teqrîben piştî çend seetan bavê zarokan hat û ew hilgirtin û birin Kampa Xazir a li ser rêya Hewlêrê.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê tûnelên herî mezin ên DAIŞê hatin dîtin
    Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
    Pêlên koçberiyê ji Mûsilê dest pê kir
    Avahiya televîzyona dewletê ya Mûsilê kete destê hêzên iraqî
    BBC: "Hêzên iraqî ketin nava Mûsilê"
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişa balafirên Amerîkayê, Huseyin Îbrahîm, Mahir Îbrahîm, Hewlêr, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de