18:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Li Wêranşarê hevşaredarê berê jî di nav de 5 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li Wêranşarê ji 10 kesên ku beriya 28 rojan bi sedema çalakiya li hemberî qereqolê hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

    Di 4ê Cotmehê de li hemberî qereqola taxa Karakuzu ya navçeya Wêranşara Rihayê çalakî pêk hat û li gorî zanyariyan leşkerek hatibû kuştin. 6ê Cotmehê derbarê bûyerê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî piştî 28 rojan li edliyeya Wêranşarê derketin pêşberî dadgehê.

    Ji 10 kesan Hevşaredarê berê yê Wêranşarê Mahmut Burun û welatiyên bi navê Ahmet Beyazkaya, Haşim Turkoglu, Mehmet Gokten û Hamza Turkoglu hatin girtin. Muslum Vural, Necmedîn Aba, A.G, A.K û L.T bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

    Hat ragihandin ku kesên girtî birin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê berê yê Wêranşarê hat desteserkirin
    Li Wêranşarê şer derket: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Wêranşarê polîsan girt ser avahiya DBPê
    Li Wêranşarê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
    Li Wêranşarê teqîn
    Etîketan:
    5 kes hatin girtin, Hevşarê Weranşarê yê berê, Hamza Turkoglu, Mehmet Gokten, Haşim Turkoglu, Ahmet Beyazkaya, Mahmut Burun, Wêranşar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de