06:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Darvekirin - Îdam

    Rejima Îranê îro jî li Urmiyê 3 kurd îdam kirin

    © Flickr/ Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    17702

    Rejima Îranê îro jî li bajarê Urmiye bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber 3 kurd berê sibehê îdam kirin.

    Li gorî nûçeya malpera "mafnews.net" ku nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê belav dike ragihand ku îro berbanga sibehê 3 girtiyên kurd li girtîgeha "Derya" ya Urmiyê hatin îdamkirin.

    Hat ragihandin ku ew girtiyên kurd bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatine îdamkirin. Navên wan kesên ku hatine îdamkirin, ev in: Derwîş Munezemî, Şeîf û Ferhad. Tê gotin ku ew her sê welatiyên kurd xelkê devera Somaya Biradost a Urmiyê bûne.

    Çend roj berê dîsa 3 girtiyên kurd li bajarê Salmasê yê Rojhilat Kurdistanê jî bi heman tohmetê hatibûn îdamkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, 8 girtiyên din ên kurd bi heman tohmetê li ber dara îdamê ne.

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şabî 5 erebên sunî yên koçber îdam kirin
    Erdogan: Îdam ji parlementoyê derbas bibe, ez ê jî erê bikim
    DAIŞê ji ber lîstika futbolê 6 zarok îdam kirin
    Rejima Îranê dîsa 12 girtî îdam kirin
    Hikumeta Iraqê 36 mehkûm îdam kirin
    Etîketan:
    3 kurd li Urmiyê hatin îdamkirin, Rejîma Îranê, Ferhad, Şeîf, Derwîş Munezemî, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de