22:24 17 Tebax 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Heşdî Şebî kete davika DAIŞê: 45 kuştî û birîndar

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 367 0 0

    Terorîstên DAIŞê li gundê Eyn Cehşê ya Mûsilê teqemenî vedan nav kolanan û di encamê de 15 milîsên Heşdî Şebî hatine kuştin û 30 jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, milîsên Heşdî Şebî ji rojavayê Mûsilê ve pêşve diçin û dixwazin xwe bigihînin Telaferê. Ji bo bigihîjin Telaferê tenê 30 kîlometro maye. Bi vî awayî dê rêya Mûsilê û Sûriyê qut bikin

    Hat ragihandin ku milîsên şîe li rojavayê Mûsilê hejmarek gund kontrol kirine û gelek terorîstên DAIŞê di van gundan de hatine kuştin. Li gorî zanyariyan, DAIŞê li vê eniyê taktîka xwe ya li hember Heşdî Şebî guhertiye û derbeyek giran li milîsan daye.

    Li gundê Eyn Cehşê, terorîstên DAIŞê bêyî şer bikin ji gund derketin û li taxên gund bombe vedan. Milîsên şîe dema ketine gund bombe hatine teqandin û di encamê de 15 milîsên Heşdî Şebî hatine kuştin û 30 jî birîndar bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em piştgiriya Heşdî Şebî nakin
    Sunî: "Heşdî Şebî bi tohmeta endamtiya DAIŞê me dikujin
    Heşdî Şeibî: Dibe em neçar bimînin, têkevin Sûriyeyê
    Heşdî Şebî dest bi operasyona Telaferê kir
    Heşdî Şabî 5 erebên sunî yên koçber îdam kirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Milîsên Heşdî Şebî, Mûsilê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de