08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Dibistan

    Dibistanên FETO yên li Iraqê wê bi Wezareta Perwerdehiyê ve werin girêdan

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Li Iraqê dibistanê FETOyê wê bi Wezareta Perwerdehiyê ve werin girêdan û wê li wan saziyan mamosteyên Iraqî werin peywirdar kirin.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Perwerdehî ya Iraqê hatin girtin ji bo ku 9 dibistanên FETO yên li bajarên cuda bi wezaretê ve werin girêdan, xebat hatin destpê kirin. Di vê mijarê de gava ku xebat biqedin dibistan wê têkevin bin banê Wezareta Perwerdehiyê.

    Li van dibistanan zimanê perwerdehiyê Îngilizî ye û mufredata perwerdehiya Iraqê tên xwendin. Gava ku pêvajo temam bibe wê qadroyên Iraqî werin peywirdar kirin û ew ê jî xwendinê bi Îngilizî bidomînin.

    Rayedarên Iraqî ji bo ders û qadroyên ku Wezareta Perwerdehiyê wê diyar bikin, bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê re xebatên koordînasyon û şêwrê tên meşandin.

    KAYMAKÇI: HEWLDAN ENCAMÊ DIDIN

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Faruk Kaymakçi diyar kir ku hewldanên ev 2 sal û nîv e di derbarê dibistanên FETOyê de tên meşandin, êdî encam didin. Kaymakçi ragihand ku Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê û Weqfa Maarîf a Tirkiyeyê ji bo xebatan bi encam bikin wê serdanên dualî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê jî biryara girtina dibistanên FETOyê da
    Barzanî biryara girtina dibistanên FETOyê da
    Me 100 welat ji bo dibistanên FETOyê hişyar kirin
    Dibistanên FETOyê yên li Sûdanê tên girtin
    Etîketan:
    girêdan, dibistan, Weqfa Maarîf a Tirkiyeyê, Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, FETO, Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê, Faruk Kaymakçi, Tirkiye, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de