02:06 18 Tebax 2017
Zindî
    Hat dîtin ku DAIŞê li bin mizgeftê jî tûnel kolandine

    Li Mûsilê tûnelên herî mezin ên DAIŞê hatin dîtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2711

    Li Iraqê Lîwayên Bedrê yên Şîa daxuyand ku wan li rojavayê Mûsilê tûnela herî mezin a ayidê rêxistina terorê DAIŞê dîtine.

    Li gorî nûçeya televîzyona El Sumariayê di daxuyaniya Lîwayên Bedrê de hat gotin, "Li rojavayê Mûsilê li gundê Farfarayê tora tûnelên DAIŞê hatin dîtin. Ev tor, tûnelên herî mezin ên rêxistinê ye."

    ‘TEQEMENÎ Û EMBARA C-4an HEYE'

    Di daxuyaniyê hat gotin ku, "Di vê tora tûnelan de pergala ragihandin a navendî, teqemenî û embara C-4an heye. Li her dera torê mayîn hatin bicih kirin û wê bi tevahî were îmha kirin."

    Rêxistinên Şîa li rojavayê Mûsilê tevlî gundê Farfarayê bi tevahî 5 gund ji DAIŞê girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi sedan tûnel li Mûsilê çêkirine ta ku bireve
    Welatiyê sûrî ku ji destê Ceyş ul Îslamê xilas bû: Me ji bo mîlîtanan tûnel kola
    Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
    Rûsya: Hêzên koalîsyonê di 24 saetên dawî de 21 bombe avêtine Mûsilê
    Etîketan:
    dîtin, mezin, tûnel, DAIŞ, Televîzyona Al Sumariayê, Lîwayên Bedrê yên Şîayan, Gundê Farfarayê, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de