00:53 24 Hezîran 2018
Li Amedê polîsan derdora Şaredariya Bajarê mezin dorpêç kirine

HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Desteya Rêvebirin a Navenda (DRN) HDPê li ser tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyeke niviskî weşand û got, "Derbeya qeyûm a Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê yasayê de xespkirina vîna gel e."

Di daxuyaniya DRNya HDPê de hat diyar kirin ku sepanên bikêfî, bê hiqûs û dijberê demokrasiyê asayî bûye. HDPê di daxuyaniyê de ragihand ku ew ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tayînkirina qeyûman nas nakin û got:

"Têgihîştina siyasî ya rêveberiya AKPê û Erdogan ew e ku kesên hatine hilbijartin bigirin, kesên hatine tayînkirin bikin rêveber. Em vê tayînê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nas nakin. Derbeya qeyûm a Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê yasayê de xespkirina vîna gel e."

Di daxuyaniya HDPê de hat dest nîşan kirin ku tayînkirina qeyûman Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Şertê Xweseriya Rêveberên Herêmî yê Ewropayê jî di nav de li dijî peymanên navneteweyî yên demokratîk, hiqûqa gerdûnî û mafên bingehîn ên mirovan e.

Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak Firat Anli hatin girtin, ji bo wê şaredariyê qeyûm hat tayîn kirin. Qeymeqamê Etimesgutê Cumali Atilla yê ku ji bo şaredariyê wek qeyûm hat tayîn kirin, wê sibe dest bi karê xwe bike.

Bi heman mijarî:

HDPê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
Qeyûm li Cizîrê ala tirk li ser dikandaran ferz kiriye
Etîketan:
nas nakin, tayînkirina qeyûman, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Qeymeqamê Etimesgutê, Firat Anli, Gulten Kişanak, Cumali Atilla, Etimesgut, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de