14:47 18 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Ebadî: Em naxwazin bi Enqereyê re şer bikin lê em ji bo vê jî amade ne

© AP Photo / Hadi Mizban
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 40

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got Bexda naxwaze bi Enqereyê re şer bike lê ji bo vê yekê jî amade ye.

Piştî ku Tirkiyeyê wesayitên zirxî yên leşkerî sewqê ser sînorê Iraqê kirin, Edabî axivî û got, "ger ku Tirkiye êrîşê Iraqê bike wê bibe sedema têkçûna wan."

Li gorî nûçeya Al Mayadeenê Ebadî diyar kir ku Bexda naxwaze bi Enqereyê re şer bike û anî ziman ku Iraq ji bo vê yekê jî amade ye.

‘EM BI HER AWAYÎ BERSIVÊ BIDINÊ'

Ebadî da zanîn ku ew nahêlin welatên biyanî dest bidin karên navxweyî yên Iraqê û got, "Kî êrîşê Iraqê bike, em ê bi her awayî bersivê bidin wan."

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Em ê serê DAIŞê jêkin
Ebadî serdana enîya şer kir
Ebadî: "Tirkiye ne di heyra têkbirina DAIŞê de ye"
Ebadî: "Em baş bi pêş ve diçin"
Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
Etîketan:
amadebûn, naxwazin, şer, Al Mayadeen, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Bexda, Enqere, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de