02:23 26 Sibat 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu bersiva erênî da Îranê û got: Başîka bêwate ye êdî

    © Foto: AA/ Fatih Aktaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu daxwaza Tehranê ya ji bo navbeynkarî û pêşxistina têkiliyên Enqere û Bexdayê nirxand û got, "Ger ku tevkariyeke erênî ya Îranê de çêbibe em ê kêfxweş bibin." Çavuşoglu diyar kir ku pêwistî bi Başîkayê nemaye êdî.

    Mevlu Çavuşoglu li Katarê li bajarê Dohayê ji bo rojnamegeran axivî û diyar kir ku têkiliyên wan ên di her qadê de pêşdikeve û di mijarên herêmî de jî nêrînên wan û Qatarê hevdu digirin.

    'KAMPA BAŞÎKAYÊ BÛ SEDEMA RAGEŞIYEKE BÊWATE'

    Çavuşoglu daxwaza Tehranê ya ji bo navbeynkarî û pêşxistina têkiliyên Enqere û Bexdayê nirxand û got:

    "Di mijara Başîkayê de em ji rola erênî ya her kesî re dibêjin erê. Iraq birayê me ye, cîranê me ye, Herî baş Bexda dizane ku em çawa girîngiyê didin yekîtiya axa Iraqê û serxwebûna wê. Kampa Başîkayê bû sedema aloziyeke bêwate. Armanca Kampa Başîkayê li dijî DAIŞê perwerdekirina hêzên wê herêmê bû lê êdî bêwate ye. Divê ev rageşiya çê nebûye lê em ji bo sererastkirina vê yekê hewldanên xwe yên dîplomatîk berdewam dikin. Hefteya borî musteşarê meç û Bexdayê û niha jî em li bende şandeke Bexdayê ne. Ger k udi vê mijarê de tevkariyeke erênî ya Îranê jî hebe, em ê kêfxweş bibin."

    'TAYÎN WÊ BI HEMDEMÎ WERIN KIRIN'

    Çavuşoglu behsa têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û ji nû ve tayînkirina balyozên her dua liyan jî kir û got di navbera her du welatan de tayîna balyozan wê ‘bi hemdemî' were kirin.

    Ji aliyê din ve Çavşoglu li Dohayê li Blafirxaneya Hamadê ya Navneteweyî bi Koordînatorê Desteya Bilind a Mizakereyên Mixalefeta Sûriyeyê Riyad Hicab re hat cem hevdu. Hat diyar kirin ku di hevdîtina wan de geşedanên li Sûriyeyê hat nirxandin û hat gotin ku Çavuşoglu "piştgiriya xwe ya ji bo mixalefeta Sûriyeyê dubare kiriye."

    Çavuşoglu piştî vê hevdîtinê serdana xwe ya Qatarê temam kir û ji wî welatî veqetiya.

    Bi heman mijarî:

    Îran dixwaze ku navbeynkariyê di navbera Tirkiyê û Iraqê de bike
    Îran: Mudexaleya bêdestûr ya li Sûriyeyê û Iraqê gelek xetereye
    Îran: Divê beşdarbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de, bi pesendkirina Iraqê be
    McGurk: ‘Hêzên tirk ên li Başîkayê ne di nava hevpeymanê de ne'
    Yildirim: Pêşmerge li Başîkayê alîkarî xwest
    Etîketan:
    bêwate ye, bersiva erênî, Koordînatorê Desteya Bilind a Mizakereyên Mixalefeta Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Riyad Hicab, Mevlut Çavuşoglu, Başîka, Îran, Sûriye, Îsraîl, Tirkiye, Qatar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de