03:11 24 Sibat 2018
Zindî
    esad

    Esad: ‘Ez plan dikim heta sala 2021an li ser peywira xwe bim'

    © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad destnîşan kir ku sere li Sûriyeyê ji bilî artêşê nemumkûne kes qezenc bike û plan dikim heta sala 2021an li ser peywira xwe bimînim.

    Li gorî nûçeya ku di rojanameya New York Timesê Esad ji rojnamevanên amerîkî û welatên Rojava re axivî ye û ragihandiye ku rewşa civakî ya li Sûriyeyê ji heyama destpêka şer baştire. Esad eşkere kir ku çapamenî wî wek "Mêrek xirab" "Kesê ku mirovên pak dikuje" û "Serokê xirab" dan nîşandan, hûn van çîrokan ji xwe dizanin. Armanca sereke ew bû ku hikûmet bê hilweşandin; çimkî ev hikûmet ne li gorî krîterên Amerîkayê ye.

    ‘EGER GELÊ MIN PIŞTGIRÎ NEDE MIN EZÊ ÇAWA DIBÛM SEROK'

    Serokê Dewleta Sûriyeyê da zanîn ku bi hezaran welatiyên sûrî ji aliyê terorîstan ve hatin kuştin û tu kes ji "Sûcên şer" mijul nabe û derbarê îdiayên ku hêzên hikûmetê êrişî nexweşxaneyan û xebatkarên tenduristîyê dikin de jî wiha bersivand:

    "Haydê em bibêjin ku ev îddia rastin, serokê dewletê gelê xwe kuşt û Amerîka alîkariya sûriyan kir, piştî 5 sal û nîvan kî piştgiriya min dike. Gelê min eger piştgiriya min nekira ez çawa dibûm serok? Ev çîrokên nerastin."

    Bi heman mijarî:

    Namzetê serokomariya Fransayê Poisson: Divê em li gel Rûsyayê piştgiriya Esad bikin
    Şêwirmenda Esad: Li ber qeyrana Sûriyeyê astengiyek jî çapemeniya welatên Rojava ye
    Berjewendiyên Tirkiyeyê û Esad di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê de yekin
    "Li Kongreya Amerîkayê pêşniyara kuştina Esad hat kirin"
    Peskov: Ji bo Sûriye nekeve destên cîhadîstan, divê Esad li desthilatê bimîne
    Etîketan:
    serok, gel, alîkarî, hevpeyvîn, nûçe, şer, Rojnameya New York Times, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de