00:14 19 Hezîran 2018
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

Rûhanî, sedema zêdebûna tiryakê ya li Îranê aşkere kir

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî got ku bêhêvîtiya li welatê xwe weke sedema serdest a zêdebûna bikaranîna tiryakê nîşan da.

Rûhanî di civîna pêbaweriyê ya ji bo Wezîrên Perwerde, Çand û Ciwan û Werzîşê li Meclîsa Îranê hate lidarxistin de axivî û got: "Ji bo çi li welatê me tiryak heye? Ji berk u bêhîvîtî serdest e. Hin dezgehên medyayê bêhevîtiyê li nava ciwanên me belav dikin."

Rûhanî komên siyasî yên radîkal ên li Îranê bi nefamkirina meseleyên welêt tohmet kir û diyar kir ku ji bo ciwan alkol û tiryakê bikar neynin pêwistiya wan bi hêviyê heye.

Serokomarê Îranê Rûhanî destnîşan kir ku ji ber ketine buhayê petrolê li welatên petrole krîza aborî heye û diyar kir ku ji bo Îran ji vê rewşê derkeve berpirsiyarî komên siyasî.

DI DE DESTEYA WEZÎRAN DE 3 WEZÎR HATIN GUHERTIN

Rûhanî ji bo Mesud Sultanifer ku li şûna wezîrê Ciwanan û Werzîşê Mahmud Guderzi, ji bo Seyyid Riza Salihi Emiri ku li şûna Wezîrê Çandê Ali Cennetî û ji bo Fahreddin Ahmedi Daniş Aştiyani ku li şûna Wezîrê Perwerdeyê Ali Asgari Fani nîşan dabû dengê pêbaweriyê xwest. Her sê wezîran jî dest ji kar berdabûn.

Di dengdayina li Meclîsê de ji bo Sultanifer ê ji bo Wezîrê Ciwanan û Werzîşê 193 dengên erê, 72 yên na û 9 yên bêalî, ji bo Emiri yê ji bo Wezîrê Çandê 180 dengên erê, 89 yên na û 6 bêalî, ji bo Ali Asgari Fan ê ji bo Wezîrê Perwerdê jî 157 dengên erê, 111 yên na û 6 yên bêalî hatin bikar anin. Her 3 wezîran jî di encamê de dengên pêbaweriyê bidest xistin.

Bi heman mijarî:

Hesen Rûhanî di mijara peymana nukleerî de hişyarî da Amerîkayê
Fidel Castro û Hesen Rûhanî li Havanayê hatin cem hev
Îran: "Rûhanî û Pûtîn dixwazin piştgiriya Erdogan bikin"
Rûhanî bo civîna hevpar ya Rûsya-Îran-Azerbeycanê çû Azerbeycanê
Pûtîn Alîyev û Rûhanî li Bakuyê lûtkeya sêalî dê pêk bînin
Etîketan:
alkol, ciwan, tiryak, Parlamena Îranê, Serokomarê Îranê, Mesud Sultanifer, Ali Asgari Fani, Fahreddin Ahmedi Daniş Aştiyani, Ali Cennetî, Mahmud Guderzi, Seyyid Riza Salihi Emiri, Hesen Rûhanî, Îran, Tehran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de