22:20 20 Hezîran 2018
Mûsil - Operasyon - koçber

Pêlên koçberiyê ji Mûsilê dest pê kir

© REUTERS / THAIER AL-SUDANI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Piştî ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hat destpêkirin, sivîl direvin û îro 1800 sivîlên ji gundên Bazdava û Kornamayê xwe spart Hêzên pêşmerge.

Operasyona Mûsilê li Rojhilat, bakur û başûrê rojhilatê Mûsilê berdewam dike Hêzên Hevpeymanê jî li derdora Mûsilê hedefên DAIŞê bombebaran dike.

Pevçûnên dijwar li rojhilatê Mûsilê, li nêzîkî gundên Bazdava, Kornama û Ebû Cerbûleyê di navbera DAIŞ û Artêşa Tirkiyeyê pêk tên ku di encamê de bi hezaran sivîl reviyan. Îro ji gundên Bazdava û Kornamayê1800 sivîl reviyan û xwe spart hêzên Pêşmerge.

Sivîlên ku bi otomobîlên xwe direviyan, alaya spî rakirin û xwe radestî Pêşmergeyan kir. Pêşmergeyan ew sivîl ji cihê şerê derxistin û birinê kampa Xazirê ya hewlêrê ku ji bo wan hatiye amadekirin.

Herwiha ji ber sedemên ewlehiyê, nasname û alavên kesên hatine kampê hatin kontrolkirin û hatin teftîşkirin.

Ji aliyê din ve, hinek jinan rûyê xwe girt û hinek zarok jî ji tirsa digiriyan.

Hat zanîn ku sivîlên reviyayî kurdên şebek û ereb in û hat ragihandin ku pêla koçberan dê berdewam bike.

 

Bi heman mijarî:

BBC: "Hêzên iraqî ketin nava Mûsilê"
"Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
Artêşa Iraqê derbasî herêma Keramayê ya Mûsilê bû
Perinçek: Tirkiye têkeve Mûsilê, dê Amedê bide
DAIŞê bi sedan tûnel li Mûsilê çêkirine ta ku bireve
Hêzên iraqî li rojhilatê Mûsilê dîsa dest bi operasyonê kirin
Ji Fermandariya Pêşmerge daxuyaniya encama şerê Mûsilê
Di operasyona Mûsilê de xeteriya herî mezin ji bo sivîlan mayinên DAIŞê ne
Etîketan:
kurdên şebek, kurd, pêşmerge, DAIŞ, Xazir, Hewlêr, Mûsil, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de