14:45 18 Hezîran 2018
Cizîr

"Xaniyên saxlem ên Şirnexê jî tên wêrankirin"

© Sputnik . Ömer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Qedexeya derketinê hîn jî li bajarê Şirnexê berdewam dike. Serokê HUDA PARê yê Parêzgeha Şirnexê Abdullah Kilinç mexdûriyetên li wê derê nirxandin, diyar kir ku kêşeyên bajarî gelekî zêde bûne û îdiayên balkêş anîn ziman.

Kilinç diyar kir ku dudo ji sisiyan ji bajarê ku nifûsa wî 70 hezar bû, bajar terikandiye û û kesên mayî jî trajediyeke mezin dijîn.

Serokê HUDA PARê yê Parêzgeha Şirnexê diyar kir ku gelek kêşe hene lê ti çareserî ji wan re peydakirin û bertek da wê yekê ku li gel şer bi dawî bûye jî lê hîn qedexeya derketinê li bajarî ranebûye û wiha got: Qedexeya derketinê ket meha xwe ya 8an. Li gel piştî operasyon bi dawî bûn, her tişt vegeriya wek berê jî lê her qedexeya derketinê nehat rakirin. Di vî warî de gelê me gelekî mexdûr bûye. Nifûsa Şirnexê bêtirî 70 hezarî ye lê daketiye 10-15 hezaran."

"MALÊN QET XERA NEBÛNE JÎ, TÊN XERABKIRIN"

Kilinç balê dikişîne ser wê yekê ku li gel hinek xanî xerab nebûne jî, lê tên xerabkirin û wiha got: "Di vê dema dawî de, li cihên koncalan lê tine ne, ji cihên bi koncal tên wêrankirin. Em wiha difikirin ku ev projeyek e. Xaniyên ku qet ziyan li wan nehatibû, pêşî hatin xerabkirin. Anku ew xaniyên ku qet ziyan nedîtibûn dîsa xerab bûn. Delîl di destên me de hene. Operasyon xelas bûn, pevçûn tine ne lê hûn dibînin wa agirek bi xaniyekî ketiye. Rayedar dikarin bibêjin, kontaka elektirîkê ye lê ji xwe li wê derê elektirîk tine. Gava lêgerîn li wir çêdibû, yekî ew şewitand û çû. Ew wiha dikin ta ku sibe wêneyê wê derê bigirin û ji bo wêrankirinê wek delîl pêşkêş bikin. Vîdeo û wêne di destên me de li ser vê mijarê hene. Piştî hewldana derbeya 15ê Temûzê, bêtirî 400 personelê leşkerî hatin destserkirin. Wek ku ew ji bo mexdûrkirina gelê Şirnexê hatibûn şandin. Di vê mijarê de gelek zirar li Şirnexê bû."

 

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê girtina dikanan hat qedexe kirin
7 kes li Şirnexê hatin desteserkirin
Li Şirnexê şer derket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
Girtiyên girtîgeha Şirnexê dest bi gireva birçîbûnê kirin
Li Şirnexê 9 cî weke herêmên ‘ewlekariya taybet' hatin ragihandin
Li Nisêbîn û Şirnexê 5 cenaze hatin dîtin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de