00:48 19 Sibat 2018
Zindî
    Îbrahim Xelîl Baran

    "DESTê alîkariyê jî ji ber OHALê hat jêkirin"

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeleya xêrxwaziyê ya bi navê DEST alîkarî, par dest pê kiribû ku bûrsên xwendinê bide xwendekarên dikarin bi kurdî(kirmanckî û kurmancî) binivîsin û bixwînin, ragihand ku ew ê îsal ji ber KHK û qanûnê Rewşa Awarte nikaribin bûrsan bidin.

    Birêveberiya DESTê duh li ser rûpela xwe ya fermî ya Twitterê ragihand ku ji ber biryarnameyên hikûmî û qanûnên Rewşa Awarte, ew ê nikaribin îsal bûrsan bidin xwendekaran".

    ​Damezirînerê DESTê û Serokê Pakurdê Îbrahîm Xelîl Baran ji Spûtnîk Kurdistanê re derbarê bûyerê de wiha got: "Par Dest Alîkarî bûrs da 40 xwendekarên ku bi kurdî(kurmancî û zazakî) dikarin bixwînin û binivîsin. Îsal jî niyeta me hebû ku em hejmarê bigihêjin 100î lê bê nîşandana ti sedemê, hesabên me yên bankayê yên Zirratê girtin. Piştî hewldana derbeyê, serperiştiya bexşan bi KHKyan hat zêdekirin û hat xwestin ku kesên dê bexşê bikin, berî wê agahiyan bidin. Tiştekî wiha ne pêkan e. Nexasim ku em berî wê nizanin bê kî dê bexşê bike. "

    Herwiha Baran balê dikîşîne ser alîkariyên ji derveyî Tirkiyeyê tên jî û wiha dibêje: "Tiştê balkêştir, destûr êdî tê xwestin ji bo bexişandinên derveyî welat. Ji bo her bexşê jî destûreke cuda tê xwestin. Di vê rewşê de, DESTê biryar da ku bûrsê nede."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Pêşmerge li Başîkayê alîkarî xwest
    Karayilan: 'Birêz Barzanî xwest em Pêşmerge derbasî Şengalê bikin, me alîkarî da'
    DAIŞê, êrişî helîkoptera rûsî ya ku alîkarî dikşand kir
    Kurdistanê alîkarî ji Brîtanyayê xwest
    Rûsyayê ton û nîvek alîkarî şand Helebê
    YE wê 350 milyon Euro alîkarî bide penaberên li Tirkiyeyê
    Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest
    Etîketan:
    kurdîzan, kurdî, xwendekar, bûrs, Alîkarî, Îbrahîm Xelîl Baran, Dest alîkarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de