15:39 19 Hezîran 2018
PKK - HPG - KCK - YJA Star

PKKê bersiva Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê da

© Foto: ANF
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 50

PKKê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku digot, rêveberekî payebilind ê PKKê di destê me de ye.

Daxuyanî li ser navê HPGê li ser malpera wê ya fermî hate dayin. Di daxuyaniyê de daxuyaniya Suleyman Soylu nayê piştrast kirin û tê îdiakirin ku kesê tê behskirin ne kesekî xwedî erkeke girîng e.

Daxuyaniya PKKê wiha ye: "Kesekî ku di nava refê me de ji ber sûcekî hatibû girtin û reviyaye gelekî tê mezinkirin û di çapemeniyê de tê ragihandin. Vekiriye ku ev, ji acizî û têkçûna dewleta tirk wêdetir ne tiştekî din e. Kesê ku tê behs kirin di nava refê me de weke tu tê gotin wezîfeyên girîng nestandiye û herwiha ne yekî wisaye ku derbarê tevgera me de xwedî agahiyên girîng be."

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku rayedarên dewleta tirk vê rewşê weke rêbazên şerê taybet bikar tîne.

'ENDAMÊ DESTEYA LEŞKERÎ YÊ'

Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu 3 roj berê destnîşan kiribû ku rêveberekî payebilind ê PKKê di deste wan deye. Soylu îdia kiribû ku vî kesî ji wan re gotiye; ‘Di şeva 14ê Tîrmehê de bi rêya bêtêlê ji wan re mesaj hatiye û hatiye gotin ku hûnê mehekê çalakiyan lidar dexin. Piştî vê daxuyaniyê çapemeniya nêzîkî hikûmeta AKPê îdia kiribû ku ev kes Abdulnuk Kaplan bi nasnav Serhat Karayazi ye û di Desteya Leşkerî ya HPGê de cî digire.

Etîketan:
hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, AKP, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, PKK, Desteya Leşkerî ya HPGê, Serhat Karayazi, Abdulnuk Kaplan, Suleyman Soylu
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de