18:27 25 Sibat 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Abdullah Ocalan jî pergala serokatiyê dixwaze

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de bangî Bahçeli kir û ragihand ku Abdullah Ocalan jî wekî te pergala serokatiyê dixwaze.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de bangî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli kir û ragihand ku Abdullah Ocalan jî wekî te pergala serokatiyê dixwaze. Ev dixwazin Tirkiyeyê perçeyî eyaletan bikin.

    EV DIKARIN DI 10 DEQÎQEYAN DE LIHEV WERIN

    Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê tu serokên siyasî nekevin xefkan. Dibe di parastina yekîtî û ewlekariya welat de nêrînên me ne wekî hev bin, lê divê em di mijara welat de wekî hev bin. Tu dixwaze ceribandineke 150 salane ji bo daxwaza xwe ya qoltuk bi milyonan însan bavîne agir, ev nerast e. Pergala serokatiyê Abdullah Ocalan jî dixwaze û ev daxwaz di pirtuka xwe de anî ziman. Divê em exlaxê xwe yê kevn li paş bihêlin, lewra dê guherîna rejimekê çêbibe. Ocalan dibêje me desthilatî di tepsiya zêrîn de pêşkêşî AKPê kir, kengî dibêje di sala 2013an de. Dibêje ‘ji serokwezîr re bêjin em dikarin em dikarin modela serokatiyê binirxînin.' vê jî di 11ê Rêbendana 2014an de dibêje. Ev dikarin di nava 10 deqîqeyan de lihev werin û paşî bêjin ‘em hatin xapandin.' Herkesê ku bikaribe wî bixapîne nikare bibe serokomar."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Seroktî were dê Tirkiye têk biçe
    Kiliçdaroglu: ‘Çavkaniya pirsgirekên li Rojhilata Navîn Tirkiye ye'
    Polêsên parêzvan ê Kiliçdaroglu jî endamê FETO/PDYê derketin
    Binali Yildirim wê ji Kiliçdaroglu û Bahçelî daxwaza hevdîtinê bike
    Ji bo Kiliçdaroglu daxwaza girtina hepsê
    Kiliçdaroglu: Destdanîna ser weşana zindî kevneşopiya derbeyê ye
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê MHPê, Serokê Giştî yê CHPê, Abdullah Ocalan, Devlet Bahçeli, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de