22:06 20 Hezîran 2018
Operasyon-êriş-topbaran

‘Artêşa Tirkiyê herêma Şehbayê daye ber topan’

© Foto: AA Orhan Çiçek/ Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Topxaneya Artêşa Tirkiyê herêma Şehba ya Rojava û Bakurê Sûriyê topbaran dike.

Li gor ragihandina Ajansa Hawar News (ANHA) ku dispêre jêderên herêmî, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên herêma Şehbayê bi çekên giran daye ber topan.

Hate ragihandin ku topxaneyên artêşa Tirkiyê şeva borî ji 22.30'ên heta destê vê sibehê ji aliyê bajaroka Marî ve, bi çekên giran gundên herêmên Şehbayê ′Herbil, Hesiye, Um Hoş, Um Qura û Şêx Îsa′ topbaran kiriye.

Di encama vê topbarana ku tê îdiakirin heta destê sibê berdewam kiriye agahiyên li ser ziyanên madî û canî heta niha nehatine zelal kirin.

Bi heman mijarî:

Artêşa Tirkiyê Garê topbaran dike
Artêşa tirk gundê Efrînê topbaran dikin
Artêşa tirk çeperên Hêzên Şoreşger topbaran dike
Artêşa tirk gundê Minbicê topbaran dike
Hêzên tirk Babê jî topbaran dike
Etîketan:
suriye, şehba, gund, rojava, topbaran, Topbaran, Artêşa Tirkiyayê, Suriye, Şehba
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de