16:31 22 Hezîran 2018
DAIŞ

NY: DAIŞ hewl da 25 hezar kesî bike mertala zindî

© AFP 2018 / File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ravenna Chamdasani Komîserîtiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan Ravenna Chamdasani ragihand ku DAIŞê li bajarê Mûsilê, 40 leşkerên berê yên Iraqê kuştine û termên wan avêtine çemê Dicleyê.

Ravenna Chamdasani îro sêşemê diyar kir ku li gorî agahiyên ji qadên şerî hatine bidestxistin, DAIŞê roja şemiyê li bajarê Mûsilê, 40 leşkerên berê yên Iraqê kuştine û termên wan avêtine çemê Dicleyê.

Herwiha berdevkê diyar kir ku rêxistina DAIŞê hewl daye, sibeha duşema duh 25 hezar sivîlî ji bajarokê Hemam El-Elîlê ya başûrê Mûsilê bi kamyonan bibe navenda Mûsilê ta ku wan wek mertala zindî bi kar bîne.

Ji aliyê din ve, Chamdasaniyê got ku piraniya kamyonan bi xêra derbeyên balafirên hevpeymanê hatin rawestandin lê hinek ji wan jî gihiştin bajarokê Bosêf ê 15 kîlometreyan li bakurê Hemam El-Elîlê.

Çavkaniyekê ji nava bajarê Mûsilê roja şemiyê ji Spûtnîkê re ragihand ku rêxistina DAIŞê vê dema dawî 75 kesên ji gundê Bosêf ya başûrê Mûsilê îdam kirine.

Bi heman mijarî:

‘Bi dehan rêvebirên DAIŞ’ê hatin kuştin’
Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin
DAIŞ ê li Mûsilê işkence li astengdar û zarokan jî kiriye
Penaberên mûsilî: "DAIŞ, însan ji avahiyên bilind diavêt û dikuştin"
Pêşmerge: DAIŞ êdî şer nake tênê êrişan pêk tîne
NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
Etîketan:
mertala zindî, kuştin, NY, DAIŞ, Ravenna Chamdasani, Bosêf, Hemam El-Elîl, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de