02:32 26 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    BBC: "Hêzên iraqî ketin nava Mûsilê"

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya BBCyê ku dispêre nûçegihanê xwe yê herêma operasyonê û ragihand ku hêzên ıraqî ketin nava bajarê Mûsilê.

    Li gorî nûçeya BBCyê ku dispêre nûçegihanê xwe yê herêma operasyonê û ragihand ku hêzên ıraqî ketin nava bajarê Mûsilê.

    Nûçegihanê BBC yê li operasyona Mûsilê Ian Pannell li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek parve kir û got: "Hêzên ıraqî ketin nava Mûsilê. Yekîneyên Tekoşîna Terorîzmê li hemberî DAIŞê berxwedaneke xurt didin."

    Ji aliyê din ve generalekî iraqî ji ajansa Associated Pressê axivî û ragihand ku hêzên iraqî ji aliyê rojhilatê Mûsilê ve dikevin nava bajêr.

    Herwiha Fermandarê Yekîneya Tekoşîna Terorîzmê General Vîsem Aracî ku Amerîka piştgiriya wî dike duhî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Em ketin Mûsilê, niha şer û pevçûn li herêma Hay ya Karamayê didomin."

    ​Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmehê de ji terefê Hêzên Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê ve hatibû destpêkirin.

     

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Artêşa Iraqê derbasî herêma Keramayê ya Mûsilê bû
    Perinçek: Tirkiye têkeve Mûsilê, dê Amedê bide
    DAIŞê bi sedan tûnel li Mûsilê çêkirine ta ku bireve
    Hêzên iraqî li rojhilatê Mûsilê dîsa dest bi operasyonê kirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Nûçegihanê BBC, Vîsem Aracî, Ian Pannell, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de