13:48 24 Hezîran 2018
Can Dündar

Can Dundar: "Hûn vê îsyanê nasnakin, lê emê bidin naskirin"

© REUTERS / Osman Orsal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Derînendeyê Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar rexne li operasyona duhî Cumhuriyetê kir û got: "Hûn dibêjin em hevqas wan ditirsînin, hê jî berxwe didin."

Derînendeyê Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar rexne li operasyona duhî Cumhuriyetê kir û got: "Hûn dibêjin em hevqas wan ditirsînin, hê jî berxwe didin. Ji bo ku hûn ji çanda bîadê tên hûn vê berxwedanê nasnakin, lê naskirina wê bila deynê stûyê me be."

Can Dundar piştî operasyona duhî ya rojnameya Cumhuriyetê nivîseke bi navê ‘Çima acizdibin' di rojnameyê de weşand. Nivîsa Dundar wiha destpê dike:

Em dizanin bê çima hûn har dibin:

"Tu dengê li hemberî xwe naxwazin bibihîzin. Bila tu kes li hemberî we dernekeve, tiştekî cuda nenivîse û hûn dixwazin bila kes hisabê zilm û zoriye nepirse. Li gorî we her dengê ku bilind dibe cesarete dide hinek kesên din jî û ev jî rêya serokatiyê asteng dike. We hinek medya bi pereyan 3u hinek jî bi zilm, zordarî, tahde û bi guvaşan anî rê, lê hûn tehemûl nakin ku ‘keleha dawî' Cumhuriyet li berxwe dide."

Bi heman mijarî:

Sê gumanbarên êrîşa Can Dundar serbest hatin berdan
Kesê ku êrişî Can Dundar kir, gelo peyam ji Sedat Peker re avêt?
HDPê êrişa çekdarî ya ser Can Dundar şermezar kir
Can Dundar rastî êrîşeke çekdarî hat
Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin
Etîketan:
Operasyona rojnameya Cumhuriyetê, Can Dundar, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de