21:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Di pêşnumeya destûra bingehîn de ji bo Erdogan 3 erk

    © Foto: AA/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    AKPê lez da xebatên destûra bingehîn ên di derbarê ‘pergala serokatiyê' de û pêşnumeya xwe pêşkeşî Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir. Li gorî wê pêşnumeyê him hilbijartina parlamentoyê him jî ya serokatiyê wê di sala 2019a de were lidarxistin ê ev pêşnûme gelek erkan dide serok.

    Li gorî nûçeyeke rojnameya Hurriyetê pêşnûmeya ku ji aliyê Serokwezîr Binalî Yildirim û qadroyeke biçûk ve hat amade kirin, pêşkeşî Erdogan hat kirin. Hat diyar kirin ku 30 xalên wê pêşnûmeyê di derbarê serokatiyê de ne û wê li gorî hişyariyên Erdogan were nûkirin.

    Li gorî vê pêşnûmeyê hilbijartin wê di sala 2019a de were lidarxistin û li gorî pêşbîniyê di bikaranîna erkan de jî 2 gav hene. Bikaranî hinek erkan wê ev hikumeta îro jî li ber çavan were girtin û wê taloqê paş 2019a were kirin. Lê Erdogan heta 2019a wê karibe herî kêm 3 erkan bikar bîne. Serokomar berê sala 2019a wê karibe bi berdewamî serokatiya Desteya Wezîran bike, wê karibe wezîran tayîn bike û wan ji peywirê bigire û wê karibe têkiliya xwe partiya xwe re deyne.

    ‘WÊ BIBE SERÊ DEWLET Û RÊVEBIRINÊ'

    Serok wê serê ‘dewlet û rêvebirinê' be. Siyaseta navxweyî û derve wê bi destê serok were meşandin. Wê di heman demê Serfermandar be. Wê karibe yasayên ji aliyê Parlamentoyê ve werin derxistin bipejirîne an jî red bike û wê karibe biryara referandûmê bide. Namzetên serokatiyê wê berê hilbijartinan alîkarên serok jî eşkere bikin û wê wezîran ji derveyî parlamentoyê tayîn bike.

    HUKMÊN TÊN NÎQAŞKIRIN

    Hukmên pêşnûmeyê yên ku herî zêde tên nîqaş kirin, fesihkirina parlamnetoyê ji aliyê serok ve û sînorê biryarnameyên serokatiyê ne. Erka mezin a tayînkirinê ji bo serok wê bibin sernivîsên herî girîng.Tên plan kirin ku tayînkirina YOK, Dadgeha Destûra Bingehîn, Şêwra Dewletê, HSYK, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind û tayînkirina rektoran wê ji aliyê serok ve werin kirin.

    Bi heman mijarî:

    "Çawa Hitler bi ser neket, Erdogan jî bi ser nakeve"
    Erdogan: Em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê
    Erdogan: "Ev hetanî mahrema me hatin"
    Erdogan û Obama hevdîtin pêk anîn
    Etîketan:
    erk, pêşnume, serokatî, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de