15:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3910

    Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ên girêdayî artêşa Iraqê General Yahya Resul Zubaîdî ragihand ku digel Tirkiyey jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin.

    Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ên girêdayî artêşa Iraqê General Yahya Resul Zubaîdî ragihand ku digel Tirkiyeye wê milîsên şie yên iraqî di operasyona rizgarkirina Telaferê ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê de cih bigirin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke xwe de hişyar kiribû ku heke milîsên şie di operasyona rizgarkirina Telaferê de cih bigirin ew ê bersivê bidin.

    General Yahya Resul Zubaîdî ragihand ku wê milîsên şie jî di operasyona Telaferê de cih bigirin, lewra di qada şer de xwediyê cihekî girîng in. Milîsên şie wê rêya sewkiyata navbera Mûsil û Sûriyeyê bibirin.

    Kampa Başîqayê
    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    LI MÛSILÊ PIŞTGIRÎ JI DAIŞÊ RE NEHAT

    Resul Zubaîdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mijara ku dibejin li Mûsilê hêza alîkarî ji rêxistina terorîst a DAIŞê re hatiye ne rast e û ev dezenformason e. Berovajî vê milîtanên terorîst hewl didin ku ji Mûsilê birevin Sûriyeyê."

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Li Felluceyê milîsên şîe 49 sivîlan qetl kirin
    Milîsên Şîe 7 dîlên Kurd berdan
    Milîsên Şîe gefan li kurdên Bexdayê dixwin
    Milîsên Şîe êrişî pêşmerge kirin: Dûzxumatû di kontrola milîsan de ye
    Li Iraqê milîsên şîe zilmê li kurdan dikin!
    Etîketan:
    DAIŞ, Serokomarê Tirkiyeyê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ên girêdayî artêşa Iraqê, Recep Tayyip Erdogan, Yahya Resul Zubaîdî, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de