11:51 27 Nîsan 2018
    Êrişên kîmyewî yên Helebê

    Helebiyên ku rastî êrişa kîmyewî hatin ji RTyê re axivîn

    © REUTERS /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona Russia Today (RT) dîmênên nexweşxaneya mexdûrên Helebê ku rastî êrişa kîmyewî ya terorîstan hatibûn girtin.

    Televîzyona Russia Today (RT) dîmênên nexweşxaneya mexdûrên Helebê ku rastî êrişa kîmyewî ya terorîstan hatibûn girtin. Bijîşkê nexweşxanê Yazana Sarmanov ragihand ku nexweş rastî êrişa xaza klor a jahrî hatine.

    Bi moşekên xaza jahrî ya klorê êrişî çeperên artêşa Sûriyeyê yên başûrê rojavayê Helebê kirin, di bûyerê de yekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

    LI SER NEXWEŞAN EMAREYÊN XAZA KLORÊ HEBÛN

    Nûçegihanê Russia Today Hesen Nassr xwe gihand nexweşxaneya ku birîndar lê bûn û bi bijîşkê nexweşxanê Yazana Sarmanov re axivî. Sarmanov got: "Li ser nexweşan em rastî xaza klorê hatin, ji bo vê çavên wan dişewite û pir dikuxin. Me mûdaxeleya pêşî kir, dermanê pêwist me da wan û me nexweşên giran jî xistin odeya mûşehadê."

    ARTÊŞA SÛRIYEYÊ VENEKIŞIYAYÊ, EV DEREW E

    Yek ji birîndarên li nexweşxaneyê ji nûçegihanê RTyê re got: "Ne raste ku artêşa Sûriyeyê ji ber êrişên terorîstan bi paş ve vekişiyaye. Bi tu awayî gav bi paş ve neavêtine. Derewan belav dikin. Li hemberî me xaza jahrî bikar anîn, tenê me xwe ji ber vê da alî."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Ev 13 rojin balafirên rûs û sûrî li Helebê operasyon pêk neanîne"
    Generalekî îranî li Helebê hat kuştin
    Komên terorîst li Helebê çekên kimyewî bikar tînin
    El Nusra li Helebê êriş kir: 5 mirî 7 jî birîndar
    Milîtanan êrîşî Helebê kir
    Etîketan:
    Êrişa kîmyewî ya Helebê, Televîzyona Russia Today (RT), Hesen Nassr, Yazana Sarmanov, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de