22:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yıldırım

    Serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo îdamê daxuyanî da

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku AKPê tenê di mijara vegerandina îdamê de nikare tevbigere lê pêdivî bi lihevkirinê heye.

    Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep tayyip Erdogan derbarê vegerandina hukimê îdamê, Serokwezîrê Tirkiyeyê ew mijar nirxand û got: "Tiştek heye ku serokkomarê me her tim dibêje; ^nabe mirov li pêşiya daxwaza gel bisekine. Ji xwe tê zanîn ku îdam daxwazeke gel ye, piştî hewldana 15ê Temûzê, lê imkana AKPê tine ku bi tena xwe wî wê rake. Lewra encex bi lihevkirina bi partiyan re, pêkan be."

    DYildirim li ser pirsyara bê gelo ti xebatên wan çêbibin ta ku partiyan qanî bikin ji bo îdamê bînin wiha bersiv da: "Helbet dê çêbibe."

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vekirina gara trena Enqereyê de li ser banga xelkê ya "îdam, îdam, îdam" gotibû "nêzîk, nêzîk" û wiha pê de çûbû: "Wiha bawer dikim, ev pêşniyar dê di meclisê re derbas bibe û ez ê pesend bikim".

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şabî 5 erebên sunî yên koçber îdam kirin
    Erdogan: Îdam ji parlementoyê derbas bibe, ez ê jî erê bikim
    DAIŞê ji ber lîstika futbolê 6 zarok îdam kirin
    Bangladeşê Serokê Cemaetûl Îslamî îdam kir
    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Hikumeta Iraqê 36 mehkûm îdam kirin
    Etîketan:
    îdam, recep Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de