11:46 21 Îlon 2017
Zindî
    heleb-şer-avahî

    Milîtanan êrîşî Helebê kir

    © REUTERS/ Hosam Katan/File photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Milîtanên li Helebê êrîşî herêma Bustan El-Zehrayê kir û hat ragihandin ku dibe di demeke nêzîkî de êrîşî qada derdora rêya Katîloyê bikin.

    Milîsekî ji Spûtnîkê re ragihand ku hêzên artêşê û hêzên herêmî yên leşkerî êrîşa milîtanan a li dijî herêma Bustan El-Zehrayê û Akademiya Leşkerî têk bir. Milîsî diyar kir ku dibe milîtan berê xwe bidin rêya Kastîloyê.

    Herwiha heman milîs diyar kir xwekuj, cebilxaneya ruxandinê û navgînên zirxî di êrîşê de bi kar anîn û hişyarî da ku ihtimal heye, êrîşî rêya Kastîloyê bikin. Milîsî diyar kir ku milîtanan êrîşî sengerên artêşê û akademiya leşkerî yên başûrê rojavayê kir û dibe êrîşî rêya Kastîloyê ya ku alavan digihîne bajarê Helebê bikin.

    "3 KES MIRIN Û BÊTIRÎ 40 KESî BIRÎNDAR BÛN"

    Peywirdarên Tenduristiyê ji RTyê re ragihand ku di êrîşên milîtanan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 40 kesî birîndar bûn.

    Peyamnêrê RT ê Helebê Murad Gaciyev ragihand ku êrîş li rojhilatê bajarî berdewam dikin. Gaciyev got, "milîtanan bi hemÛ alavên di destên xwe de her tiştê lş ser rêyan teqandine ta ku derbasî bajarî bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    Etîketan:
    êrîş, milîtan, milîs, Murad Gaciyev, Sûriye, Bustan EL-ZEHRA, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de