16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    CHPê CHP

    Êrîşeke çekdarî li parlementerê CHPê hat kirin

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî(CHP) Bulent Tezcan li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê rastî êrîşeke çekdarî hat.

    Hat ragihandin ku piştî êrîşê Tezcan hat rakirin bo nexweşxaneya Zanîngeha Adnan Menderesê ya Aydinê ta ku bê dermankirin û ti xeter li ser jiyana wî tine.

    "ÊRÎŞKAREKÎ LI XWARINGEHÊ ÊRÎŞ KIR"

    Serwekîlê koma CHPê Ozgur Ozel bi kanala Haber Turkê re axivî û got: "Min ji Internetê dît. Ez niha diçim Aydinê lê hîn negihiştime wê derê lê hîn negihiştime Aydinê. Me bihîstiye ku êrîşkarekî li xwaringehê êrîş kiriye, çend gule berdane û li beşê jorîn ê lingê wî xistiye. Min telefonî wî kir lê negihişitimê. Min bihîst ku hatiye rakirin bo nexweşxaneyê. Em dizanin ku ti xeter li ser jiyana wî tine lê ti agahî derbarê êrîşkarî de li nik min tine ne".

     

    Bi heman mijarî:

    CHP bertek da operasyona Cerablûsê
    AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
    CHP: "Bila îdîayên êşkence yên girtîgehan werin lêkolînkirin"
    Çavuşoglu peymana Îsraîl û Tirkiyeyê pêşkeşî CHP û MHPê kir
    Partiyên AKP CHP û MHP ji bo makeqanûnek biçûk çêkin dicivin
    CHP: Em ê bi hemû wekîlên xwe li qada Taksîmê bin
    Etîketan:
    êrîş, CHP, Ozgur Ozel, Bulent Tezcan, Aydin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de