14:44 22 Îlon 2017
Zindî
    Dogû Perinçek

    Perinçek: Amerîka dixwaze Tirkiyeyê perçe bike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12210

    Serokê Giştî yê Partiya Niştimanîperwer Dogu Perinçek diyar kir ku Tirkiye ji pergala Atlantîkê qut bûye, Amerîka dixwaze Tirkiyeyê perçe bike wiha got: "Tirkiye PKK û FETOyê diperçiqîne lê Amerîka pişta wan digire. Hevkariya Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re, di rojevê de ye. Ev pêvajoyeke dijwa re. Me di 15ê Temûzê de dît bê çiqasî zehmet e".

    Perniçek beşdarî Pêşangeha Pirtûkan Konyaalti ya Antalyayê bû ta ku pirtûkên xwe îmze bike û dûre li salona Dudenê gotarek da.
    "AMERÎKA DIXWAZE TIRKIYEYÊ PERÇE BIKE"

    Serokê Giştî yê Partiya Niştimanîperwer îdia kir ku Amerîka her hewl dide Tirkiyeyê perçe bike û wê di têxe çirava deynan û got ku dîroka berovajî ya Tirkiyeyê êdî tê guhertin.

    "TIRKIYE AZAD BÛ, DÛRE ÇI HAT?"

    Herwiha Periçk diyar kir ku bi hilweşîna dîwarên Silivriyê, ev pêvajo bileztir bû û wiha pê de çû: "Rêxistina Fethullahî ya Terorê, Gladio, welatperwer, Atatrukperest, fermandarên Artêşa Tirkiyeyê xistin zindanê, rewşenbîrê Tirkiyeyê, Tirkiye azad bû, dûre çi hat? Berê xwe da FETOyê. Ev gelekî giring e. Dûre, di 24ê Temûzê de bi çekan çûn bi ser PKKê de."

    Ji aliyê din ve, Perinçek îdia kir ku gava ev tişt hemû diqewimîn, Amerîkayê hewl dida derbeyê li Tirkiyeyê pêk bîne û hewldana 15ê Temûzê ya derbeyê plan dikir.

    "RÛSYA, BÛ HEVPARA ME YÊ STRATEJÎK"

    Perinçek teqez kir ku Tirkiye di 15ê Temûzê de Gladio nasî û wiha dewam kir:
    "Li Tirkiyeyê herkesî mereq dikir bê ka Gladio çi ye. Dihat gotin, "Ka Gladio çi ye?". Me di  şeva 15ê Temûzê de Gladioya Fethullah Gulenî ya ku Amerîka di nava Artêşa Tirkiyeyê de bi cih kiriye nasî û me ew perçiqand. Dûre operasyona Mertala Firatê hat. Anku li derveyî sînoran jî, êrîşkirina ser PKKê dest pê kir ta ku li her cihê bê dîtin, bê perçiqandin û tunekirin. Armanc ew bû ku Tirkiye ji terorê bê rizgarkirin. Di vê demê de Tirkiyeyê dest pê kir dostên xwe li herêm û cîhanê binase û bibîne ku ev gelekî giring bû. Amerîka dixwaze me perçe bike û me di nav çirava deynan de noq bike ta ku em ji aliyê aborî ve têk biçin. Em ê çawa ji vê xelas bibin? Gelê tirk heye lê ji bilî vê welatên herêmê û yên cîhanê hene. Niha Rûsya bûye hevpara me ya stratejîk."

    Herwiha Perinçek teqez kir ku Tirkiye li Asyayê bêhnê dide û distîne û encex aboriya Tirkiyeyê bi hevkariya bi Rûsya, Çîn û Almanyayê re bikare bêhna Ewrasyayê veke û wiha pê de çû: "Tirkiye PKK û FETOyê diperçiqîne lê Amerîka pişta wan digire. nedibû Tirkiye li ber vê bêdeng bimîne. Hevkariya Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re, di rojevê de ye. Ev pêvajoyeke dijwa re. Me di 15ê Temûzê de dît bê çiqasî zehmet e".

    Pernçik got ku leşkerên Ataturkî hewldana derbeya 15ê Temûzê têk bir û ew kesên beşdarî wê hewldanê bûbûn, ne endamên Artêşa Tirkiyeyê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Hunermend Seyda Perinçek serbest hate berdan
    Perinçek: Lijneya me derbarê hevdîtinên bi Esad re agahiyan dide Wezareta Karê Derve
    Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'
    Perinçek: 'Çi bextewar im ku li bajarên kurdan operasyonên paqijiyê dibînim'
    Perinçek: ‘Ji bo kuştina 60 kurdên Cizîrê pir kêfxweş im’
    Etîketan:
    têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, FETO, PKK, Dogu Perinçek, Ataturk, Ewrasya, Tirkiye, Amerîka, Almanya, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de