21:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Hêrsa di nava gel de ew qas mezin e ku nayê zanîn wê kengî bitaqe

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2320

    Hevserokê Giştî yê Selahattin Demirtaş di derbarê tayînkirina qayiman û girtina şaredaran de got, "Di ser neheqî û zilmê re dikarin pergaleke demkî ava bikin lê bawer bikin ku hêrsa ku di gel de afriandine ew qas mezin û ji teqînê re amade ye ku kengî wê bitaqe nayê zanîn."

    Demirtaş ê got "mufettîş her tim lêkolînê dikin û tu tiştî nabînin", ev pirsa pirsî, "Ger ku li ber destê dozgeran belge hene ku ji bo çiyê pere hatiye şandin, çima dernaxînin holê?" Demirtaş got, "Ger ku hevşaredarekî/e me jî pereyê gel beredayî mesref kiribe, dizî be û kiribe bêrîka xwe em bi hevdu re wî/wê ceza bikin." Demirtaş anî ziman ku, "ger ku hûn dibêjin piştgiriya rêxistina terorê, pêşiyê ji Qesrê destpê bikin."

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş li Amedê li pêş avahiya DBPê ya navçeya Yenîşehîrê axivî û got:

    "Hilbijartin û sindoq çima tên danîn? Ji bo ku gel kê hilbijêre bila ew were ser desthilatdariyê. Erdogan li cihên ku şarederiyên me hene, di hilbijartinan de hemû derfetên dewletê bikar anîn. Me beyannameyên xwe yên hilbijartinê belav dikir, wan pere belav dikir lê dîsa jî biserneketin."

    ‘GER KU HÛN DIBÊJIN PIŞTGIRIYA TERORÊ, PÊŞIYÊ JI QESRÊ DESTPÊ BIKIN'

    "Ger ku hevşaredarekî/e me jî pereyê gel beredayî mesref kiribe, dizî be û kiribe bêrîka xwe em bi hevdu re wî/wê ceza bikin. Lê nikarin hevşaredarekî/e me jî bi vê yekê tawanbar bikin. Ger ku hûn dibêjin piştgiriya terorê, pêşiyê ji Qesrê destpê bikin. Biçin serokwezîrê xwe, biçin wezîr û şaredarên xwe. Ger ku tu ji cimaeta Fethûllah Gulen re dibêjî teror, ma ne hûn bûn ku we sînga xwe bilind dikir û we digot çi xwestin me dayê? Dozgerê ku ku li van dozê veke heye? Na."

    Înternet
    © AFP 2017/ LIONEL BONAVENTURE
    ‘EV 4 ROJ IN ÎNTERNET TUNE YE, BANKA NAXEBITIN, SERWÎSÊN LEZGÎN, NEXWEŞXANE, DERMANXANE…"

    Demîrtaş di dewama axaftina xwe got, "Ev çar roj in înternet tune ye. Banka naxebitin, serwîsên lezgîn, nexweşxane, dermanxane. Ev çar roj in reşkirin heye. Ji ElezîzÊ heta Meletiyê, ji Wanê heta Dîlokê, ji Rihayê heta Colemêrgê înternet tune ye. Nexweşê giran nikarin dermên bigirin, ji ber ku sîstem naxebite. Ger ku gel li HDPê ne razî ye, înternetê berde bila gel nerazîbûna xwe nîşan bide?

    Di ser neheqî û zilmê re dikarin pergaleke demkî ava bikin lê bawer bikin ku hêrsa ku di gel de afriandine ew qas mezin û ji teqînê re amade ye ku kengî wê bitaqe nayê zanîn."

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Kurd, demeke dirêje ku ji AKPê û peykên Komarê qut bûne
    Derbarê Demirtaş de lêpirsîn hate vekirin
    Demirtaş: ‘Heta encam bê standin wê herkes derkeve kolanan'
    Li gelek bajarên kurdan înternet qut bûye
    Etîketan:
    nayê zanîn, gel, teqandin, hêrs, înternet, Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Yenîşehîr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de