04:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Agsahiyên şexsî- internet

    ‘’Şaredarên me girtin, înterneta me jî digirin!’’

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 48 0 0

    Li bajarên kurdan ji roja desteserkirina Firat Anli û Gultan Kişanakê û vir ve înternet hema hema qet tune ye.

    Înternet
    © AFP 2017/ LIONEL BONAVENTURE
    Amed — Li bajarên kurdan çar roj in înternet tê qut kirin. Di serî de Amed, li Entab, Êlih, Riha, Mêrdîn û çend bajarên din ji roja Çarşemê vir ve înternet hema bêje qet tune. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, roja Sêşemê danê êvarê hatibûn desteserkirin. Înternet roja Çarşemê di saet 11an de hat birrîn. Li Amedê gelek kurd, nebûna înternetê bi desteserkirina Anli û Kışanakê ve girêdidin. Li gorî wan, bi qutkirina înternetê dewleta tirk xwestiye rê li ber protestoyên li dijî desteserkirina Anlı û Kışanakê bigire.

    JI BO KU KES NEBÎNE..

    Qedexe
    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Operatorên telefonên destan û saziyên ku înternetê diyar dikin ku ji ber arîşeyên teknîkî înternet hatiye qutkirin. Bes ew îdia li gorî gelek kesan îdiayeke dûrî aqilan e.

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di daxuyaniyekê bal kişand ser nebûna înternetê û got: ‘'Ji bo kes nebihîse û nebîne li van deran çi diqewime înternet qutkirin. Berê jî ji bo ku kes tiştekî nebîne kanalên muxalîf girtibûn.''

    ESNAF Û MIŞTERÎ MEXDÛR IN

    Ji ber nebûna înternetê esnaf û mişteriyên wan jî mexdûr bûn. Sedat Durmazê ku li Ofîsê solan difiroşe ji Sputnik Kurdistanê re got: ‘'Zivistan tê,

    piraniya mişteriyên me bi qertên krediyê solên zivistanê dikirin. Sê roj in înternet tune, cîhazên me naxebitin. Kes nikare bi qertan tiştekî bikire, me tiştek nefirot. Dê kî zirarê me bide? Dibêjin problemên teknîkî hene di înternetê. Ez bawer nakim.''

    Xwendekarê zanîngehê Dilan Dargeçit jî wiha axivî: ‘'Ew operatorên telefonê ji kîsî bavê xwe xizmetê nadin me. Em pereyên xwe didin û înternetê distînin. Divê em li dijî operatoran prostestoyan li dar xînin. Şaredarên me girtin înterneta me jî digirin''

    Ji aliyê din ve, Yekitiya Odeya Sinhetkar û Esnafên Elihê li ser qutkirina înternetê gilîname da Dozgeriya Komarî ya Êlihê. Tê ragihandin ku dê li bajarên din ên kurdan jî dê bi pêşengiya HDPê gilî bêne kirin û doz bêne vekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş daxuyanî derbarê “şaredarên piştgiriya terorê dikin” de da
    Demîrtaş: Gel wê şaredarên hikumetê nas neke
    Qanûna jikaravêtina şaredarên tev li “teror”ê bûne, amade ye
    2 şaredar ji bêrêtiyê hatin binçavkirin
    Efkan Ala: 26 şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin
    Etîketan:
    înternet, HDP, Yekitiya Odeya Sinhetkar û Esnafên Elihê, Dilan Dargeçit, Sedat Durmaz, Selahattin Demirtaş, Firat Anli, Gulten Kişanak, Mêrdîn, Riha, Êlih, Entab, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de