23:07 20 Îlon 2017
Zindî
    operasyona Mûsilê

    "Operasyona Mûsilê ranewestiyaye û berdewam dike"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Sererkaniya Artêşa Iraqê ragihand ku operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê berdewam dike û îdiayên dibêjin operasyon hatiye rawestandin jî ne rast in.

    Sekreterê Sererkanê Artêşa û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Carellah daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: "Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê nehatiye sekinanadin. Hêzên ewlekariyê li gorî nexşe û dema diyarkirî li eniyên xwe bi pêş ve diçin."

    Duh Îniyê 28-10-2016 Berdevkê Hevpeymanê John Doryan ragihandibû, operasyona Mûsilê ji bo 2 rojan hatiye rawestandin.

    "NIHA BI LÊGERÎN Û PÊKANÎNA EWLEKARIYÊ VE MIJÛL IN"

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Frmandarê Hêzên dijî Terorê yê Iraqê Ebdulxenî Esedî gotiye: "Operasyon li gorî nexşeya leşkerî bi rê ve diçe. Di yekemîn qonaxa operasyonê de armancên hatibûn diyarkirin, hatine pêkanîn. Niha jî ji bo destpêkirina qonaxa duyem amadekarî tên kirin ku dê di vê qonaxê de bikevin nava Mûsilê."

    Herwiha Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş General Yehya Resûl jî diyar kir ku operasyon nesekiniye û piştî kontrolkirina bi dehan gund û navçeyan, niha ew jî pêngava lêgerîn û pêkanîna ewlekariyê ve mijûl dibin.

    Resûl daxuyand ku dê qonaxa leşkerî ya operasyonê careke din jî dest pê bike.

    "HEŞDA ŞEIBÎ, 7 GUND KOTROL KIRINE"

    Ev yek di demekê de ye ku îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî ji eniya rojavayê Mûsilê, dest bi operasyoneke berfireh kir.

    Hat ragihandin ku heta niha Heşda Şeibî 35 kîlometereyan bi pêş ve çûye û 7 gund kontrol kirine.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Iraqê: ‘Piştî DAIŞê dê nexşere heman nebe'
    "Ti kordînasyona pêşmergeyan bi Tirkiye û Iraqê re tine"
    'Leşkeran ji Şirnexiyan xwestine ku biçin Iraqê'
    Almanyayê bang li Tirkiyê kir ku ‘rêzê nîşanî serdestiya Iraqê bide'
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Îran: Mudexaleya bêdestûr ya li Sûriyeyê û Iraqê gelek xetereye
    Îran: Divê beşdarbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de, bi pesendkirina Iraqê be
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Ebdulxenî Esedî, John Doryan, Mûsil, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de