20:07 22 Îlon 2017
Zindî
    gultan kişanak

    Parêzeran bi Gultan Kişanak re hevdîtin pêk anîn

    © Foto: AA/ Kaan Bozdoğan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 5 rojan bi muwekîla xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran diyar kirin ku Kişanak silavên xwe ji hemû kesî re şandine.

    Hat ragihandin ku komek parêzerên ku di nava wan de parêzer Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî hene, bi Kişanak a desteserkirî re hevdîtin pêk anîn. Parêzer çûn Miduriyeta Polîsan a Amedê ya ku Kişanak û Anli lê tên girtin.

    Yek ji wan parêzeran Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku wan bi Kişanak re hevdîtin pêk anîne û rewşa wê baş e. Aktar, li ser hesaba xwe ya Twitterê hevdîtin wiha parve kir: "Wekî parêzerên Gultan Kişanak me piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û maralê wê pir başe."

    Aktar, da zanîn ku ew hewl didin ku bi Firat Anli re jî hevdîtinê pêk bînin. Aktar, anî ziman ku sekna wan a li midûryetê didome û wiha got: "Kişanak silavên xwe ji her kesî re şandin."

    Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ev 5 roj in desteserkirî ne.

     

    Bi heman mijarî:

    NY ji ber desteserkirina Kişanak û Anli ‘metirsîdar e'
    Jinan desteserkirina Kişanak û Anli protesto kirin
    Wezîrê Bazirganiyê derbarê Kişanak û Anli de axivî
    Ji ber nivîsa berdana Anli û Kişanak 3 karmend hatin girtin
    Îtiraza desteserkirina Kişanak û Anli hate kirin
    Etîketan:
    pêkanîn, parêzer, hevdîtin, Miduriyeta Polîsan a Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar, Gultan Kişanak, Firat Anli
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de