17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê li Mûsilê 75 leşkerên berê kuştin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1541 0 0

    Termê 6 kesên serjêkirî di ava çemê Dicleyê yê di Mûsilê re derbas dibe li başûrê bajarê navborî hatin dîtin, piştî ku DAIŞa ev du sal in li wê derê ye, ew li gel bi dehan leşker û polîsên berê serjê kirin.

    Çavkaniyekê ji nava bajarê Mûsilê ji Spûtnîkê re ragihand ku rêxistina DAIŞê vê dema dawî 69 kesên ji gundê Bosêf ya başûrê Mûsilê îdam kirine.

    DAÎŞ
    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Herwiha heman çavkaniya ku nexwest navê xwe bibêje, diyar kir ku 6 termên serjêkirî ji nava Mûsilê di nav ava çemê Dicleyê re gihiştin navçeya Qeyareyê û diyar kir ku ihtimaleke mezin, DAIŞê ew serjê kirine û wiha ew avêtine çemî.

    "POLÎS Û LEŞKER BÛN"

    Ji aliyê din ve, heman çavkaniyê diyar kir ku piraniya kesên serjêkirî, ji endamên polîs û leşkeriya Iraqê bûn û gava DAIŞê bajar kontrol kir, wan "tobe kir", ji ber rêxistina terorê du rê dan wan; yan dê werin serjêkirin an jî dê xwe radest bikin.

    Çavkaniyeke din jî ji Spûtnîkê re ragihand ku DAIŞê roja sêşemê 23 kesên sivîl û leşker bi tohmetên sîxurî û hevkariya bi Artêşa Iraqê û kufra bi xwedê bi dar vekirine.

     

    Bi heman mijarî:

    'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Etîketan:
    leşker, polîs, DAIŞ, Qeyare, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de