12:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Vaneya gaza siruştî

    Îranê PKK bi teqandina xeta gazê tawanbar kir

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Berpirsyarekî ewlekariyê yê Îranê duh Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bi teqandina xeta gazê ya ji Îranê diçe Tirkiyeyê tawanbar kir.

    Birêveberê Ewlekariya Sînorî ya Wezareta Hundir a Îranê Mecîd Aqa Babayî ragihand ku teqîn li herêma Agiriyê pêk hatiye ku ev na cara pêşî ye teqînên wiha pêk tên.

    Babayî daxuyanî na "klûba rojnamevanên ciwan" a girêdayî Radyoy û Televizyona Îranî û diyar kir ku ev "karekî bimbest e" û got ku ihtimaleke mezin PKKê ev teqîn pêk aniye.

    Roja pêcşemê ya 27ê vê mehê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di saet 21.00ê de, teqîn di lûleya gaza suriştî ya ku ji Îranê tê Erziromê de pêk hatibû.

    Herwiha rayedarên îranê pêşbînî kir ku herikîna gazê heta 7 rojan bê rawestandin.

    Hêjayî gotinê ye ku Îran piştî Rûsyayê, dewleta duyem e ya ku herî zêde gazê ji Tirkiyeyê re dişîne û salê 10 hezar milyar metre kabik gaz jê re dişîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo boriya gaza suriştî KCK û Herêma Kurdistanê daxuyanî dan
    Li Rûsyayê teqîna gaza suriştî: 3 kes mirin
    KNK: Tirkiye û Îran li hemberî destkevtiyên kurdan tevdigerin
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Îran: Divê Tirkiye destûrê ji Sûriyeyê bistîne ta ku operasyona xwe pêk bîne
    Îran: Divê Tirkiye operasyonên xwe yên li Sûriyeyê bisekinîne
    Muslim: Di mijara Kurdan de Tirkiye, Îran û Sûriye hemû pirsgirêkên xwe didin aliyekî
    Etîketan:
    gaza suriştî, PKK, Mecîd Aqa Babayî, Erzirom, Bazîd, Agirî, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de