11:35 24 Îlon 2017
Zindî
    Teqîna li Bexdayê

    Li Bexdayê teqîn: 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 76901

    Li Bexda ya paytexta Iraqê, li dû hevdu teqîn pêk hatin û di encama wan teqînan de li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

    Li Bexdayê li dû hevdu teqîn pêk hatin. Komîserê Ewlehî yê Iraqê Nasir el-Hanûn da diyar kir ku li herêma Ed-Devra ya li başûrê Bexdayê, li semta El Mahmûdiye û taxa Îskanê, ji ber teqîna bombeyên li kêleka rê hatibûn bicihkirin, 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

    Hanûn ragihand ku li semta Et-Tacî jî, dema dewriyeyeke Heşdî Şabî digeriya, bombeya ku li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de 2 milîsê Heşdî Şabî mirin, 4 jî birîndar bûn

     

     

    Bi heman mijarî:

    Izvestiya: Moskova wê zanyariyên DAIŞiyên li derdora Mûsilê bide Bexdayê
    Li Bexdayê li hemberî Tirkiyê xwepêşandan hate lidar xistin
    Li Bexdayê teqîn: 10 kuştî, 25 birîndar
    Li Bexdayê êrîşeke xwekujî: 31 kuştî û 50 birîndar
    Li Bexdayê teqîn û êrîş: 5 kuştî, 17 birîndar
    Li Bexdayê teqîn
    Etîketan:
    teqîn, Heşdî Şabî, Komîserê Ewlehî yê Iraqê, Nasir el-Hanûn, Iraq, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de