04:28 21 Îlon 2017
Zindî
    Reva sivîlan ji Mûsilê - koçber, penaber,

    DAIŞ ê li Mûsilê işkence li astengdar û zarokan jî kiriye

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Derkete holê ku DAIŞê li gundê Faziliyê yê Musilê, işkence li zarok û astengdaran jî kiriye.

    Hikmet Durgun

    Sputnik kete gundê Faziliyê ku 20 km li bakurê Musilê dikeve û piştî 26 mehan ji hêla hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hate derxistin.

    Gundiyan ji ber ji ewlekariya jiyana mirovên xwe yên li herêmên di bin kontrola DAIŞê de dijîn di metirsiyê de ne nexwestin fotografên wan bên kişandin.

    Herwiha gundî ditirsin ku hîna terorîstên DAIŞê di nava gund de hebin.

    CÛMA: MIN GOT DIVÊ EZ BIÇIM LI HEWLÊR AN JÎ DIHOKÊ DERMAN BIBIM, LÊ DESTÛR NEDAN

    Fadil Cûma yê 37 salî ji Sputnikê re diyar kir ku ji ber kişandina cixareyê, DAIŞê cezayê qamçiyan daye wî û got ku ji ber işkenceyê hîna jî tenduristiya wî ne baş e. Cûma behsa wê dema ku gund di bin kontrola DAIŞê de bû kir: "DAIŞê internet û telefon qedexe kiribû. Me nekarîbû li televizyonê temaşe bikira. Me nekarîbû li muzîkê jî guhdar bikira. Ji ber ku ez astengdar im, min ji wan re got divê ez biçim Hewlêr an jî Dihokê lê ji bo vê jî destûr nedan min."

    EVDÎ: DEMA MIN QAMÇÎ DIKIRIN JI TIRSÊ KESÎ NIKARÎ BÛ DENG BIKIRA

    Yûnis Evdî yê 12 salî gundiyekî din e ku ji hêla DAIŞiyan ve hatiye qamçîkirin. Evdî diyar dike ku ji ber li kolanê bi keça xaltiya xwe re axiviye cezayê qamçîkirinê dane wî û wiha got: "DAIŞê cezayê 20 qamçiyan û 20 hezar dînarî da min. Dema ku qamçî li min didan, ji ber tirsê, kesî newêriya bû deng bikira."

    ABDULLAH: EZ LI NAVA GUND HATIN QAMÇÎKIRIN

    Talal Abdullah ê 22 salî dibêje ku dema li malê cixare dikişand DAIŞiyan ew dîne û girtine ser mala wan. Abdullah tiştên ku jiyaye wiha ragihand: "Min girtin û birin navenda xwe ya li gund. Ji ber kişandina cixareyê qadiyê DAIŞê min darizand û cezayê 50 qamçiyan û 30 hezar dînarî da min. Ez li nava gund hatim qamçîkirin. Piştî wê rojê ji ber tirsa wan, min cixare nekişand. Lê ji ber ku êdî DAIŞ ji gund hatiye derxistin ez bi hêsanî dikarim cixareyê bikişînim. Hûn jî dibînin ku niha di bêrîka min de pakêta cixareyê heye."

    YÛSIF: BI HINCETA KU MIN ALÎKARIYA XIZMÊ XWE YÊ PÊŞMERGE KIR RASTÎ IŞKENCEYÊ HATIM

    Xortê bi navê Hemed Yûsif bi hinceta alîkariya xizmê xwe yê Pêşmerge kiriye, rastî îşkenceya DAIŞê hatiye. Yûsif wiha dibêje: "Girtin ser mala min û min û bavê min girtin, me birin navenda xwe ya li gund. 10 rojan ez astî işkenceyên giran hatim. Bi hesin û xortûmê li pişta min û lingên min didan. Ji ber işkenceya beriya niha bi mehekê, ez seqet bûm. Niha ez nikarim li ser lingê xwe yê çepê bisekinim. Hîna gelek êşên min hene."

    ÎSA: KEÇA XALTIYA MIN JI BER GUSTÎLA DI TILIYA WÊ DE AVÊTIN GIRTÎGEHÊ

    Jina 40 salî ya bi navê Sariya Hazim Îsa behsa wan tiştan kir ku dema DAIŞ di gundebû: "DAIŞ 2 sal û 4 mehan li gundê me ma. Di vê demê de em weke koleyan bûn. Me weke jinan gelekî fişar dît. Gotin ku divê mûyekî porê we jî xuya neke, heke bê dîtin em ê we ceza bikin. Terorîstên jin ên DAIŞê her daim kontrol dikirin. Keça xaltiya min bi hinceta gustîl di tiliyên wê de bû ji hêla DAIŞê ve hate girtin û 2 hefteyan di girtîgehê de man."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Hêzên li Iraqê navber didin operasyona Mûsilê
    Di operasyona Mûsilê de gundî 8 rojan tî û birçî mane
    Parlementerê şîî: Çi leşkerê tirk têkeve Mûsilê dê bibe hedef
    NY: "DAIŞê, li Mûsilê 232 kes kuştin û 8 hezar însan jî revandin"
    Barzanî: "Piştî Mûsilê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin"
    Etîketan:
    işkence, Pêşmerge, DAIŞ, Sariya Hazim Îsa, Hemed Yûsif, Talal Abdullah, Yûnis Evdî, Fadil Cûma, Faziliyê, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de