21:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Heşdî Şebî dest bi operasyona Telaferê kir

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hêzên Heşdî Şebî, destê sibê dest bi operasyona rojavayê Mûsilê kir. Berdevkê Heşdî Şebî Ehmed Esedî got ku wan dest bi operasyonê kiriye.

    Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kiriye. Berdevkê Heşdî Şebî Ehmed Esedî daxuyaniyek da û ragihand ku "Hêzên me di qonaxa duyemîn a operasyona mezin de li herêma rojavayê bajarê Mûsilê dest bi operasyonê kir. Heşdî Şebî amade ye hemû herêmên di bin destê DAIŞê de kontrol bike."

    Esedî diyar kir ku hêzên wan ên çekdar, ber bi herêmên hatine diyarkirin ve bi pêş ve diçin.

    Di çarçoveya operasyona Mûsilê de, heta niha li herêmên bakûr, rojhilat û başûrê Musîlê gelek dever ketin bin kontrola hêzên Iraq û Pêşmergeyan.

    Di vê navberê de Koordînasyona Hêzên Operasyona Mûsilê, duh diyarkiribûn ku ji bo demeke kurt wan operasyona Mûsilê dane sekinandin.

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Mûsilê de gundî 8 rojan tî û birçî mane
    NY: "DAIŞê, li Mûsilê 232 kes kuştin û 8 hezar însan jî revandin"
    Barzanî: "Piştî Mûsilê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin"
    Milîsên şie: "Di nava çend seetan de operasyona rojavayê Mûsilê destpê dike"
    Du kîlometre man Artêşa Iraqê bigihêje Mûsilê
    Ji Herêma Kurdistanê daxuyaniya Mûsilê: Em bifikar in
    Etîketan:
    Koordînasyona Hêzên Operasyona Mûsilê, Heşdî Şebî, Artêşa Iraqê, Pêşmerge, Ehmed Esedî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de