13:44 26 Îlon 2017
Zindî
    Bernameya ByLockê

    'Komîsyona Derbe ya Parlamentoyê dixwaze 'xwediyê' ByLockê guhdar bike'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Komîsyona Lêkolînkirina Derbe ya Parlamentoya Tirkiyeyê dixwaze xwediyê ByLockê David Keynes jî guhdar bike.

    Komîsyona Lêkolînkirina Derbe ya Parlamentoya Tirkiyeyê di rojeva xwe de li ser îdianmeyên di derbarê lêpirsînên FETO de, biryarên dadgehan û pergala ByLock a ku endamên FETO bikar aniye û navên bikahênerên ByLockê sekinî.

    Li gorî nûçeya nûçeyeke rojnameya Hurriyetê komîsyon dixwaze David Keynes ê ku xwediyê patenta pergal a ByLockê ye jî guhdar bike. Hat ragihandin ku ji bo vê yekê wê bi Wezareta Karên Derve re têkilî were dayîn û wê navê ew kesê ku Keynes ew wek ‘Rovî' diyar kir kî were eşkere kirin û ji bo hatina wî ya pêşberê komîsyonê wê xebat werin meşandin.

    Her wiha di Komîsyonê de guhdarkirina nûçegîhanê Hurriyetê Îsmaîl Saymaz jî hat rojevê.

    ‘JI SAZIYAN ZABITNAMEYÊN MGK Û YAŞê YÊN 15 SALÊN DAWIYÊ HATIN XWESTIN'

    Li gorî nûçeyê di çarçoveya daxwaza endamên komîsyonê de wê tomarên MOBESE yên Serfermandarî, MÎT, Fermandariya Hêzên Taybet û Koşka Serokomariyê werin xwestin. Komîsyona derbeyê ji Desteya Ewlehiyê ya Millî û Serfermandariyê, ji Wezareta Parastinê û ji Serokomarê xulaseya zabitnameyên Şêwra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) yên 15 salên dawiyê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê 14 polîs ji ber ByLockê hatin girtin
    27 polêsên ku bernameya ByLockê bikar tanîn hatin desteserkirin
    Dozgerê ku lêpirsîna ByLockê birêve dibir hatibû binçavkirin
    99 polêsên ku bernameya ByLockê bikar tanîn hatin girtin
    Di operasyona ByLockê de pêla duyemîn: Biryara binçavkirina 125 polêsan hat dayîn
    10 xebatkarên Serokwezîriyê yên ku bernameya ByLockê bikar tanîn hatin girtin
    Etîketan:
    guhdar kirin, Komîsyona Derbeyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, Şêwra Leşkerî ya Bilind (YAŞ), Serfermandariya Arteşa Tirkiyeyê, MÎT, rojnameya Hurriyetê, FETO, İsmail Saymaz, David Keynes, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de