14:37 22 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Hevpeymana bi serkirdayetiya Amerîkayê 'bi şaşitî' li leşkerên Iraqî xistin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Balafirên hêzên hevpeymana bi serkirdeyatiya Amerîkayê li bakurê Mûsilê ‘bi şaşitî' operasyona hewayî lidarxist û hat diyar kirin k udi encama wê operasyonê de 4 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest da, 9 leşker jî birîndar bûn.

    Ji Fermandariya Operasyonên Nînowayê Mîralay Faysal Yasîn daxuyand ku operasyona Mûsilê berdewam dike û li rovayaê wî bajarî 3 gundên din ji DAIŞê hatin rigzra kirin.

    Yasîn di heman demê de da zanîn ku di operasyonê de 4 wesayitên bombebarkirî yên DAIŞÊ jî hatin îmha kirin.

    Yek ji peywirdarê artêşa Iraqê Serdar Mezahim Ehmed jî anî ziman ku balafirên hêzên hevpeymana bi serkirdeyatiya Amerîkayê li bajaroka Til Heyf a 12 kîlomitroyan li bakurê Mûsilê ‘bi şaşitî' operasyona hewayî lidarxist û di wê operasyonê de 4 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest da, 9 leşker jî birîndar bûn.

    Ehmed ragihand ku ew leşker girêdayî tumena 16emîn a ku ev nêzîkê hefteyekê ye Til Keyf dorpêç kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Hêzên li Iraqê navber didin operasyona Mûsilê
    Di operasyona Mûsilê de gundî 8 rojan tî û birçî mane
    ‘Dibêjin mûsilî bila Mûsilê birêve bibin, lê mijar dibe Şirnex û Amed faşîzmê pêk tînin'
    Parlementerê şîî: Çi leşkerê tirk têkeve Mûsilê dê bibe hedef
    NY: "DAIŞê, li Mûsilê 232 kes kuştin û 8 hezar însan jî revandin"
    Barzanî: "Piştî Mûsilê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin"
    Milîsên şie: "Di nava çend seetan de operasyona rojavayê Mûsilê destpê dike"
    Etîketan:
    lêxistin, bi şaşitî, hevpeyman, Serdarê Artêşa Iraqê, Mîralayê Fermandariya Operasyonên Nînowayê, Mezahim Ehmed, Faysal Yasîn, Amerîka, Iraq, Til Keyf, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de