17:12 19 Mijdar 2017
Zindî
    TBMM Başkanı Cemil Çiçek

    Ji Çiçek hişyariya serokatiyê: "Dibe bibe dîktatorî"

    AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Parlamenterê AKPê yê Enqereyê Cemil Çiçek ragihand ku heke pergala serokatiyê li parzemîna Ewropayê bi partiyên req bibe wê ber bi dîktatoriyê ve here.

    Parlamenterê AKPê yê Enqereyê Cemil Çiçek ragihand ku heke pergala serokatiyê li parzemîna Ewropayê bi partiyên req bibe wê ber bi dîktatoriyê ve here û heke şist be jî wê demê 550 heb serokên giştî çêdibin hûnê nikaribin welat birêve bibin.

    Cemil Çiçek di axaftina xwe ya CNN Turkê got: "Em nikarin tenê pirtukên ku pergala serokatiyê mukayese dikin berçav bigirin. Divê di Qanûna Partiyên Siyasî û mevzûeta hilbijartinê de jî guherandin were kirin. Di wan pirtukan de dibêje li parzemîna

    Ewropayê heke bi partiyên req ev pergala serokatiyê were dibe ber bi dîktatoriyetê ve here û hişktir be. Berovajî vê heke hûn pergala parlamentoyê qebûl bikin wê demê jî 550 heb serokên giştî çêdibin û rêvebirî dixitime û hûn nikarin welat birêve bibin."

    Çiçek di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hûn bi pergala serokatî û pergala parlamenterî re hûn nikarin modeleke partiyê jî hilbijêrin. Niha li parlamentoyê tu qanûneke partiyên siyasî tuneye. Li gorî dizanim AKP li ser qanûnekê dixebite. Li gorî vê hûn kîjan pergalê hilbijêrin divê hûn li gorî ji serî ve tiştekî nû bînin rojevê. Herwiha mûxalefet jî wê nikaribe vê red bike."

    Bi heman mijarî:

    Banga çekdarbûna AKP’yîyan kir, ji FETO’yê hat girtin
    AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
    AKP dixwaze ‘ruhê Yenîkapiyê' bibe bajarên kurdan
    Partiyên AKP CHP û MHP ji bo makeqanûnek biçûk çêkin dicivin
    Ozgen: AKP li hemberî kurdan dest ji şopandina polîtîkaya xwe ya çewisandinê bernade
    Etîketan:
    Qanûna Partiyên Siyasî, Nîqaşên pergala serokatiyê, PArlamenterê AKPê yê Enqereyê, Cemil Çiçek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de