11:47 27 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê

    © Foto : AA/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 01

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: "Şengal her ku diçe dibe Qendîla duyemîn. Em destûrê nadin." Erdogan herwiha diyar kir ku ew ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê.

    Enqere — Erdogan ku di rêûresma ‘Tayînkirina Xizmên Xazî û Şehîdan' de axivî û wiha got:

    • Li Sûriye û Iraqê, niha li Kerkûkê, li Mûsilê, li Telaferê, li Şengalê em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Çima? Şengal her ku diçe dibe Qendîla duyemîn. Jiber wê em nikarin destûrê bidin Şengalê, ji ber ku PKK li wir e.

    ‘EM JI BO ÇI KETIN SÛRIYÊ?'

    • Em ji bo çi ketin Sûriyê? DAIŞ li Cerablusê nesekinî û çû. Pişt ra DAIŞ Raiyê jî hişt û çû. Em nesekinî, Dabiq pîrozwer a DAIŞê bû. Ji Dabiqê jî çûn.

    ‘EM Ê BERÊ XWE BIDIN MINBIC Û REQQAYÊ'

    • Niha em ber bi El Babê ve dimeşin. Jiber ku El Bab navendeke wan a girîng e. Wê El Babê jî terk bikin, têkoşîn wê bi vî awayî berdewam bike. Pişt ra em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê. Duh bi şev bi birêz (Serokê DYAyê) Obama re, hevdîtineke me ya dirêj çêbû û bi vê hevdîtinê re me got ku em ê van gavan bavêjin. Ez vê jî bibêjim; Pêwistiya me ji rêxistinên terorê PYD-YPGê re nîne. Li Reqqayê PYD-PKK heman tiştin jixwe, YPG heman tişte, me got ku ‘Werin em bi we re DAIŞê ji Reqqayê bavêjin. Em vê bi we re dikarin bikin.' Hêza me heye. Ev çine ya, rêxistineke terorê ya jirêzê. Ev hemû heman in.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Îngilîstan: Bila YPG beşdarî operasyona Reqqayê nebe
    Amerîka: Operasyona Reqqayê dibe piştî operasyona Mûsilê pêk were
    Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne'
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Erdogan: Heke ku YPG di operasyona Reqqayê de hebe em beşdar nabin
    Tirkiye: "Heke kurd tevlî operasyona Reqqayê bibin, em tevlî nabin"
    Etîketan:
    DYA, DAIŞ, PKK, PYD, YPG, Barack Obama, Recep Tayyip Erdogan, Dabiq, Iraq, Sûriye, El Bab, minbic, Cerablus, Rai, Qendîl, Şengal, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de