20:19 23 Nîsan 2018
    Baregeha Încirlikê

    WP: "Amerîka, YPG di nîvê rê de hişt"

    © Foto : DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Nivîskarê rojnameya Washington Postê yê amerîkî David Ignatius got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baregeha Încîrlîkê bi leşkerên derbekar re hevdîtin pêk anîn. Amerîka, YPG di nîvê rê de hişt."

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê rojnameya Washington Postê yê amerîkî David Ignatius di gotara xwe ya bi navê ‘Rojhilata Navîn dizane çima wê baweriyê bi Amerîkayê neyîne' de tektîkên şer ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn rexne kir.

    David Ignatius di gotara xwe de got: "Amerîka dixwaze tekoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî PKKê bi hostayî îdare bike, lê di wê polîtîkayê de bi ser neket." Ignatius îdîa kir ku heyeteke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baregeha Încîrlîkê bi leşkerên derbejar re hevdîtin pêk anî.

    Ignatius got: "Amerîkayê, berî operasyona Minbicê di meha gulanê de bi pêşengiya YPGê heyeteke Hêzên Sûriyeya Demokratîk anîn Baregeha Leşkerî ya Încîrlîka Edeneyê û xwest cudahiyên navbera kurd û tirkan çareser bike lê ev hewldana Amerîkayê têk çû. Ew generalên tirk ku bi HSDê re hevdîtin pek anîn niha ji doza hewldana derbeya leşkerî hatine girtin."

    AMERÎKA, YPG DI NÊVIYÊ RÊ DE HIŞT

    Nivîskarê Washingtin Postê di berdewamiya gotara xwe de got: "Amerîka, li Iraq, Misir, Libnan û li cihên din jî hêzên ku piştevaniya wê dikirin û risk digirtin li pişta wan nesikinî. Niha jî Amerîka, li Sûriyeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku tekoşînê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê dide di nîvê rê de hişt û Amerîkayê li Rojhilata Navîn hevalbendiya xwe xistiye talûkê."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: "Me di navbera Tirkiye û YPGê de navbeynkarî nekiriye"
    Oktay Vural:'Ka we digot Amerîka di mijara PYD û YPGê de me fêhm kiriye?
    Amerîka û YPGê li hev kir: Rojavayê Firatê ji YPGê re ye!
    Amerîka: 'Em ê xebata xwe bi PYD û YPGê re berdewam bikin'
    Amerîka: 'Hevkariya bi Tirkiyayê re û desteka li YPGê bi balanseke dijwar tê meşandin'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Rojnameya Washington Post, YPG, David Ignatius, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de