18:30 20 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Reqqayê

    Amerîka: YPG wê di operasyona Reqqayê de cih bigire

    © Sputnik/ Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 57240

    Generalê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîkayê pêşengiya wê dike Stephen Townsend got, ji bo beşdarbûna hêzên kurd di operasyona Reqqayê de, ew hevdîtinan bi Tirkiyeyê re berdewam dikin.

    Townsend ragihand ku Amerîka bêtir dixwaze hêzen sûrî yên herêmî beşdarî operasyona rizgarkirina Reqqayê ji DAIŞê bibin û diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) a ku Hêzên Parastina Gel(YPG) pêşengiya wê dike, dê beşdarî operasyonê bibe.

    Herwiha generalê amerîkî teqez kir ku hevdîtinên wan bi Tirkiyeyê re li ser vê mijarê berdewam dikin.

    Ji aliyê din ve, Townsend got ku rizgarkirina Reqqayê dê ji ya Mûsilê dirêjtir bike û dibe operasyon di demeke nêz de dest pê bike û wiha dewam kir: "Ez bawer dikim ku hejmareke guncav a hêzên herêmî dê têra operasyona Reqqayê bike. Dîsa jî, planên me hene ku em bêtir hêzan perwerde bikin û wan tev li operasyonê bikin".

    Bi heman mijarî:

    Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Riya stratejîk a Reqqa-Kantona Cizîrê ket destê hêzên kurd
    Eniya Siwar El-Reqqa jî beşdarî MSDê bû
    REQQA - VİDYO - Jetên Rûsî li paytextê DAIŞê dan
    Etîketan:
    operasyona Reqqayê, HSD, YPG, DAIŞ, Stephen Townsend, Reqqa, Sûriye, Mûsil, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de