22:23 17 Tebax 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Seroktî were dê Tirkiye têk biçe

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê twîtterê rexneyên tund li amadekariyên hikûmetê yên anîna sîstema seroktiyê kirin.

    Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hesabê xwe yê twîtterê de gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên mîna ‘Deriyê Seroktiyê şeva 15'ê Tîrmehê hatiye vekirin' bi tundî rexne kirin û wek xîyaneta li hember hemwelatiyên ku şeva hewildana darbeye canê xwe dane nirxand.

    ​Serokê CHP'ê got, ‘Heger erka seroktiyê bidin kesê ku bêalîbûna xwe binpê kiriye û xîyanet li sonda Serokomariyê kiriye, wê Tirkiyê ber têkçûnê ve biçe.'

    Kiliçdaroglu hemû hewildanên bo seroktiyê wekî misogerkirina dahatuya kesekî nirxand û destnîşan kir, ‘Derdê AK Partiya ku bi navê çareseriyê bi PKK re, bi navê xizmetê jî bi FETO'yê hevkarîye kiriye ne çareserkirina kêşeyan û xizmeta gel e. Tenê derde wan dahatuya şexsekî ye!'

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Kiliçdaroglu daxwaza girtina hepsê
    Kiliçdaroglu: ‘Çavkaniya pirsgirekên li Rojhilata Navîn Tirkiye ye'
    Polêsên parêzvan ê Kiliçdaroglu jî endamê FETO/PDYê derketin
    Kiliçdaroglu: Çapemenî ne azad be civak jî ne azad e
    Kemal Kiliçdaroglu: ‘Em niha di girtîgehên nîv vekirî de dijîn'
    Etîketan:
    Rexneyên CHPê, Sîstema Seroktiyê, Serokomar Erdogan, Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de