03:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Dadgeha Stenbolê ji bo Karayilan, Kalkan û Bayik biryara girtinê stand

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36410

    Dadgeha Stenbolê bi îdiaya ku fermana êrîşa li Yenibosnayê dane, derbarê Rêveberên PKKê Murat Karayilan, Cemil Bayik û Dûran Kalkan de biryara girtinê stand.

    Stenbol — Di 6ê Cotmehê de li navçeya Bahçelievler a Stenbolê li hemberî Navenda Polîs a 75. Yil a Yenibosnayê û Şûbeya Leşkeriyê êrîşa bombeyi pêk hatibû. Di encamê de li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê 10 kes birîndar bibûn. Piştî êrîşê polîsan operasyon lidar xistibûn û hin kes bi hinceta beşdarî êrîşê bûne desteser kiribûn ku yek ji wan Ekrem G. ye û weke kesê bombe bicî kiriye tê sûcdarkirin.

    JI BO 7 KESAN DAXWAZA GIRTINÊ HATI KIRIN

    Piştî lêpirsîna wan a li emniyete, 7 kes îro birin Avahiya Edliyeyê ya Stenbolê û derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê ji bo her heft kesan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina terorê ya biçek' û ‘Xerakirina yekîtîya dewletê û hevgirtina welêt' daxwaza girtinê kir û ew şand dadweriya nobedar a ceza ya sulh a Stenbolê.

    DADGEHÊ DAXWAZA DOZGERIYÊ QEBÛL KIR

    Di vê navberê de dozgeriyê îdia kir ku fermana çalakiyê ji hêla rêveberên PKKê Murat Karayilan, Cemil Bayik û Duran Kalkan hatiye dayin. Dozgeriyê di vê çarçoveyê de daxwaz ji dadgehê kir ku ji bo Karayilan, Bayik û Duran, biryara girtanê derxîne. Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya Nobedar jî ev biryar di cî de dî û ji bo her sê Rêveberên PKKê biryara girtinê stand.

    Etîketan:
    Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya Nobedar, Edliyeya Çaglayana Stenbolê, PKK, KCK, Navenda Polîsan a 75. Yiliyê, Ekrem G, Murat Karayilan, Duran Kalkan, Cemil Bayik, Yenibosna, Bahçelievler
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de