11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: YPG hêzeke herêmî ya Sûriyeyê nahesibe

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bersiv da daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê Ashton Carter ku nîşanên destpêkirina operasyona Reqqayê dabûn û teqezî li ser "hêzên herêmî" kiribû. Çavuşoglu wiha got: "Çawa hêzên milîsên şîî yên başûr(ê Iraqê) dê wek hêzên herêmî di operasyona Mûsilê de neyên hesibdandin, YPG/PKKê jî nahesibe."

    Wezîrê Amerîkayê Ahston Carter li Parîsê bi wezîrên parastina 13ê dewletên endamên hevpeymana li dijî DAIŞê civiya û tê de wiha got: "Li gel Mûsilê, navenda DAIŞê ya hêzê li Sûriyeyê jî heye. Ew jî Reqqa ye. Hevparên me yên hêzên herêmî jî teqez dê DAIŞê têk bibin. Hêzên dê Reqqatê bistînin, teqez divê hêzên herêmî bin. Ev li herderê hêmana me ye. Ev gelekî giring e ta ku DAIŞ ji binî ve bê têkbirin. Ev daxuyaniya Carter a tê de behsa "hêzên herêmî" kiribû, ew hêz wek YPGê hatibûn şirovekirin.

    Çavuşoglu piştî civîna xwe ya bi Wezirê Derve yê Albanyayê Ditmir Buşati re, civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiv da Carter.

    "JI BO REQQAYÊ, DIVÊ CERABLSUÊ WEK MÎNAK BÊ GIRTIN"

    Wezîrê tirk teqez kir ku wek çawa divê DAIŞ ji hemû bajarên Sûriyeyê bê paqijkirin, divê ji Reqqayê jî were paqijkirin û wiha axivî: "Helbet divê ev bi hêzên herêmî re were kirin. Lê eger hûn YPG/PKK wek hêzeke herêmî dihesibîn, em wiha nafikirin. Ew ne hêzên herêmî ne. Çawa hêzên milîsên şîî yên başûr(ê Iraqê) dê wek hêzên herêmî di operasyona Mûsilê de neyên hesibdandin, rêxistina terorîst a YPG/PKKê jî nahesibe. Berî her tiştî, şaiyeke gelekî mezin e ku terorîst wek hêzeke meşrû bên hesibandin, ev du pîvanî ye û durûtî ye. Em eşkere dibêjin. Ji bo aramiyeke mayinde li Reqqayê em û dewletên di nava hevpeyamnê de dikarin piştgiriyê bidin hêzên herêmê. Hêzên me yên taybet jî dikarin piştgiriyê bidin. Em hertim dibêjin, divê em Cerablus û Dabiqê wek mînak bigirin. Me dît bê gava me piştgirî da hêzên herêmî, çawa DAIŞ têk çû. Em dixwazin Reqqa jî ji DAIŞê bê paqijkirin. Divê zûtirîn dem, DAIŞ him ji Iraq û him ji Sûriyeyê bê paqijkirin. Ewlehî, yekîtî û istiqrara van herdû welatan ji bo me gelekî giring e. Ne tenê ji ber welatên cîran in lê ji ber ku em welat û gelên bira ne, em giringiyê didin istiqrara van herdû welatan".

    "EM NAXWAZIN HEVALBENDÊN ME BIBÊJIN 'XWEZÎ ME DI MIJARA MALIKÎ DE BI YA WE BIKIRA"

    Çavuşoglu diyar kir ku ew tesbîtên xwe bi hevalbendên xwe re parve dike û wiha got:"Em êdî naxwazin hevalbendên me çend salên din ji me re bibêjin 'xwezî berî çend salan di meseleya Malikî de me guh bida şîretên we. Xwezî di meseleya Sûriyeyê de me guh bida tesbîtên we yên Sûriyeyê'. Em niha ji we re rastiyan dibêjin, guhdarî bikin, dûre poşman nebin û nebêjin".

    ME GOTIBÛ KU 4 F-16ÊM ME DI NAV HEVPEYMANÊ DE NE

    Ji aliyê din ve, dîplomatê tirk behsa operasyona Mûsilê jî kir û got:"Li wê derê di şûna milîsên şîî de, Hêzên Iraqê Pêşmerge û hêzên herêmî yên me ew li Başîqayê perwerde kiribûn li gel hêzên din ên herêmî bi pêş ve diçin. Em hêvî dikin zûka operasyona Mûsilê bi serkeftinê bi dawî bibe. Ji xwe balafirên me di nav hevpeymanê de ne, 4 F16yên me di nav balafirên hevpeyamê de ne. Divê em Mûsilê piştî operasyonê jî plan bikin. Divê em li vir rê li ber wan gavan bigirin ên ku dê bibin sedema şereê mezhebî."

    "HEYETA IRAQÊ, KENGÎ WERE, EM AMADE NE"

    Herwiha Çavuşgolu bersiva pirsyara hatina yan nehatina heyeta iraqî jî da û diyar kir ku hevdîtinên heyeta Tirkiyeyê li Bexdayê di serî de baş çûn lê dûre "bertekên cuda" hatin û wiha pê de çû: "Ew bi xwe hevdîtin gelekî baş çûn û ew kaxeza xebatê ya ku me pêşkêşî wan kiribû gelekî baş nirxand. Dûre çi bûbe, hema bertekên cuda hatin. Mixabin yek ji kêşeyên me bi Iraqê re jî ev bû. Daxuyaniyên cûrbicûr, tevî ku li ser daxwaza wan em li wê kampa me li wir damezirandiye dimînin. Ji bo dabînkirina ewlehiya Iraqê ye. Ji xwe em ji bo wê hatibûn vexwendin. Êdî armanca me, ne çêkirina rageşiyê ye. Em giringiyê diidn aramî û sitqrara Iraqê. Em ji her kesî bêtir rêzê li yekîtiya axa wê digirin. Lê em dikin nakin, nikarin helwesta wan li himberî kampa xwe fêm nakin".

    Ji aliyê din ve, wezîrê tirk derbarê tarîxa hatina heyeta iraqî de wiha got: "Tarîx tine. Me ew vexwendin. Ya rast wan xwest werin. Kengî werin em amade ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: "Mertalê Firadê hetanî El Babê wê dewam bike"
    Çavuşoglu: "Sererkanê me tim bi hevkarê xwe yê rûsî re dipeyîve"
    Çavuşoglu: ‘4 balafirên me yên F-16 beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Çavuşoglu: "Eger YPG venekişe em dê mudaxale bikin
    Etîketan:
    PKK, DAIŞ, YPG, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Parîs, Fransa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de