22:32 23 Tebax 2017
Zindî
    Tapuyên Mûsil û Kerkûkê

    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4110

    77 hezar û 63 qeydiyên tapuyên Mûsil û Kerkûkê yên serdema Osmanî di arşîvên Midûriyeta Giştî ya Tapu û Kadastroyê de derketin.

    Ahmet Turk
    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Navenda Nûçeyan — 77 hezar û 63 qeydiyên tapuyên Mûsil û Kerkûkê yên serdema Osmanî di arşîvên Midûriyeta Giştî ya Tapu û Kadastroya girêdayî Wezareta Bajarî û Hawirparêziyê ya Tirkiyeyê de derketin. Di arşîvê de 87 ê Kerkûkê û 96 defterên tapuyên tehrîrê yên Mûsilê aîdî sala 1847an hene.

    Serokê Daîreya Arşîvan Zeynelabidin Turkoglu deriye arşîvên ku bi hezaran tapu têde ne ji Ajansa Anadoluyê re vekir. Turkoglu ragihand ku berî sala 1847an eraziyê dewletê di destê Dewleta Osmanî de bû û li gorî rejima eraziyê mirîtî bi kar dianî, piştî 1847an derbasî pergala rejima eraziyê milkiyetî bûye û ji bo bikaranînê erazî ji gel re vekiriye.

    Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di arşîvê de 87 defterên tehrîr ên aîdî Kerkûkê û 96 defter jî aîdî Mûsilê yên berî sala 1847an hene. Deftereke îhtîwaya Kerkûkê ya sala 1909an heye, lê yên Mûsilê 51 defter in. Yên Mûsilê di navbera salên 1847 û 1917an de ye. Di zebtên deftere tehrîrê de 77 hezar û 63 qeydiyên tapuyê hene.

    Bi heman mijarî:

    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Etîketan:
    Midûriyeta Giştî ya Tapu û Kadastroya girêdayî Wezareta Bajarî û Hawirparêziyê, Serokê Daîreya Arşîvan, Zeynelabidin Turkoglu, Kerkûk, Mûsil, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de